Komxebata Çand û Ziman di roja duyemîn de didome

  • 12:32 12 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Komxebata ku Tora Ziman û Çandan, bi armanca diyarkirina nexşerêya xwe li Amedê li dar dixe, di roja duyemîn de berdewam dike.
 
Yekemîn Komxebata Ziman ku Tora Ziman û Çandan, bi armanca diyarkirina nexşerêya xwe li navçeya Sûrê ya Amedê li dar dixe, duh dest pê kiribû, di roja duyemîn de berdewam dike. Mijarên ku di komxebata nêzî 300 nivîskar, akademîsyen, perwerdekar, weşanger, karsaz, saziyên jinan û çandan beşdar bûne de mijarên bên nirxandin dê bibe raporek. Di rapora ku bê amadekirin de bi sernavê "Wê çawa bibe çare" tespît bên kirin. Wê nexşerêya torê û rêziknameya wê bê amadekirin û di dawiya komxebatê de weke rapor bê xwendin. 
 
Komxebat ji çapameniyê re girtî berdewam dike.