Şêniyên Cizîrê bertek nîşanî êrîşa zayendî ya li dijî zarokan pêk hat dan

  • 11:32 12 Çile 2020
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Di demên dawiyê de ji ber êrîşên zayendî li dijî zarokan ku pêk tên zêde bûne bertekên gel jî zêde bûn. Şêniyên Cizîrê bertek nîşanî êrîşan dan û gotin ku bila kiryar bi bi cezayê herî giran bên darizandin.
 
Tundiya AKP’ê û polîtîqayên wê yên şer jiyana jin û zarokan dixe bin xeteriyek mezin. Desthilatdarên dewletê ku bi gotinên xwe tundiyê meşrû dikin, jin beldela van polîtîkayan bi jiyana xwe didin. Her wiha ji ber polîtîqayên bêcezabûnê yên desthilatdarên dewletê li kolan, malan, dibistanan bi kurtasî li her qadên jiyanê li dijî zarokan êrîşa zayendî û destdirêjî  pêk tê. Di demên dawiyê de ji ber zêdebûna bûyerên îstîsmarê yên di demên dawîn de ku li Şirnex û navçeyên wê pêk tên şêniyên ciîzrêji ji mîkrofona me re axivîn û xwestin ku kiryar bi awayek herî giran bên cezakirin. 
 
‘Cihan ji ber van kesan êdî qirêj  bûye’
 
Nuriye Guney, diyar kir ku di demên dawiyê de li dijî zarokan êrîşa zayendî û  gelek zêde bûye û wiha got: “Em dixwazin ku ew kiryar bên girtin û bên cezakirin.Ger nayên cezakirin wê ev êrîş berdewam bikin. Êdî em nikarin zarokên xwe derbixin kolanan û bişînin dibistanan. Cihan ji ber van kesan êdî qirêj  bûye. Ger ku cezayê giran li wan bê birîn d nikaribin destên xwe dirêjî zarokên me bikin. Em dixwazin ku ew di zindanan de birizin.”
 
‘Bila kiryar bên ceza kirin’
 
Meliha Topçu jî got ku ew êrîşa zayendî li dijî zarokan qebûl nakin û wiha domand: “Bila kiryar bên ceza kirin. Kesên ku van tiştên qirêj dikin, bila bi awayek herê giran bên cezakirin. Ger ku ev kiryar bên ceza kirin dê pêşiya êrîşên zayendî jî bê girtin û em ê jî bikaribin zarokên xwe derbixin kolanan.”
 
‘Em ê çawa bawer bin zarokên xwe bişînin?’
 
Gulbahar Yildiz jî ev tişt anî ziman: “Em êrîşa zayendî ku li dijî zarokên me pêk hat şermezar dikin. Em dixwazin ku ev kiryarên qirêj cezayê herî giran li wan bê birîn. Miroovek çawa dikere êrîşa zayendî li dijî zarokan pêk bîne. Destên ku dirêjî zarokên me dibin bila bişikên. Em êdî ditirsin ku zarokên xwe bişînin dibistanan. Ger wiha bidome em ê zarokên xwe neşînin dibistanê. Êdî di dibistanan de mamoste û midûr li dijî zarokên me êrîşa zayendî pêk tînin. Em zarokên xwe teslîmê wan dikin, ew jî bi êrîşê re rûbirû dihêlin. Baweriya me bi wan nayê. Divê cezayê heta hetayê li wan bê birîn. Ger kiryar bên cezakirin dê pêşî li van êrîşan jî bê girtin."
 
‘Ma ev çareserî ye?’
 
Ayşe Kolay jî bal kişand ser kesên ku zarokan bi êrîşa zayendî re rûbirû dihêlin û wiha pêl da axaftina xwe: “Çawa vê qebûl dikin. Em dixwazin ku cezayê herî giran li kiryaran bê birîn. Kesên ku êrîşa zayendî li dijî zarokên me pêk tînin ji peywirê naynên dûrxistin, li şûna wê tayînê dibistanek din dikin. Ma ev çareserî ye? Ew dema biçin dibistanên din jî dê dîsa êrîşa zayendî li dijî zarokan pêk bînin. Em dibêjin ku bila kiriyar bên girtin û cezayê herî giran li wan bê birîn. Ger ku rewş wiha be em ê zarokên xwe ji dibistanan bigirin.”
 
‘Ev tiştên ku tên jiyîn piştguh dikin’
 
Nerîman Gungor jî bal kişand ser êrîşa zayendî ya li dijî zarokan û wiha got: “Em êdî ditirsin ku zarokên xwe bişînin dibistan, kolan û dikanan. Ji ber ku li her derê kesên tecawizkar diğerin. Êrîşkar bi awayekî rehet li kolanan digerin. Çima ew nayên cezakirin? Ev tiştên ku tên jiyîn piştgûh tên kirin. Qaşo misliman in. Kesekî misliman çawa dikare tiştekî wer bike. Em dixwazin ev kiryar bên cezakirin. Li dibistanan mamoste û midûr li derve jî bi awayekî din êrşa zayendî li zarokên me tê kirin. Em êdî çawa bi mamoste û midûran bawerbin. Em zarokên xwe emanet dikin lê ew êrîş dikin.”
 
'Divê dewlet erka xwe pêk bîne û çareseriyê bîne'
 
Herî dawî Arîf Yumlu jî ku bertek nîşanî êrîşên zayendî li dijî zarokan pêk tên da wiha got: “Bi taybetî êrîşên zayendî ku li rojavyê Tirkiyeyê zêde bûne wekî ku tiştekî baş be li herêma me jî zêde bûne. Êdî baweriya me bi civakê nema. Ji tirsa em newêrin zarokên xwe derbixin derve. Me berê dikaribû zarokên xwe bi tenê derbixista derve, lê niha em bi wan re diçin û tên wan bi tenê nahêlin. Em her roj televîzyonan temaşe dikin û dibînin ku her roj zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin. Divê dewlet çareseriyekê bîne. Lê belê dema mirov lê dinêre bêdengî heye û kiryar nayên cezakirin. Ger ku kiryar bihatana cezakirin dê ev qas zarok bi êîrşên zayendî re rûbirû nemana. Çareserî bi tenê ew ku kiryar bi cezayê herî giran bên cezakirin. Em van êrîşan şermezar dikin. Lê divê dewlet demildest tiştekê bike.”