Ji destê çeteyan rizgar bû lê jiyana wê têk çû

  • 09:04 12 Çile 2020
  • Rojane
Ehlam Hecî - Elmas Nayif
 
ŞENGAL - Jin û zarokên ku ji destê çeteyan hatin rizgarkirin niha bi pirsgirêkên dijwar ên derûniyê re rûbirû dimînin û nikarin wekî berê bijîn. Yek jî wan jina bi navê Şaha Revo ye. 
 
Di 3'yê tebaxa 2014'an de civaka Êzidî bi fermanekê din re rûbirû man. Bi hezaran jin û zarok ketin destê çeteyen DAÎŞ'ê. Îro jî gelek jin û zarok di destê çeteyan de ne. Bi berxwedana QSD’ê nêzê hezar jin û zarok ji destê çeteyan de hatin rizgarkirin û gihaştin malbatên xwe. Çend jin û zarok hatin rizgarkirin jî ji ber tiştên ku jiyane jiyana wan wekî berê nabe. Di hêla derûniyê de gelek bi gelek zehmetiyan re rûbirû dîminin. Yek jî ji van Şaha Revo ye ku 9 meh in ji destê çeteyan rizgar bûye. 
 
Şaha Revo 9 meh beriya niha ji destê çeteyan hatiye rizgarkirin. Dema ketiye destê çeteyan ji her 4 zarokê xwe hatiye dûrxistin. Şaha niha 29 salî ye û ji gunde Til Êzir zewîciye çar zarokên wê hene. Şaha wiha qala serpêhatiyên xwe dike: "Em li malê bûn û dema çete hatin me xwest em xwe xilas bikin. Em çûn gunde Solakê û du rojan li vir man. Li vir jî êrîşe me kirin û em ketin destê çeteyan. Çete em birin Til Eferê. Nêzî deh rojan li vir man, piştre me birin Zîndana Baduşê. Carek din jî li vir birin Til Eferê. Piştî ku em 3 mehan li vir man me birin Sûriyeyê. Du zilam dixwastin min bibin, vê demê ez ducanî bûm. Her roj ez li cem zilamekî mam heta ku ez hatim rizgarkirin."
 
'Destê min her tim kelepçekirî bû'
 
Şaha her tim li ben da rizgariyê bû û wiha rewşa xwe anî ziman: "Du cara min xwest xwe xelas bikim. Ji ber zarokên xwe min nikari. Ez û zarokên xwe her tim bi êrîşên fizîkî re rûbirû diman. Kurê min her tim bi şîdetê re rûbirû ma. Dema kurê min dixistin wekî topek dîwarê ketiye deng dihat û her tim li ber çavêmin wisa dikirin. Her wiha destê min kelepçe dikirin ku ez tiştek nekim."
 
'Derûniya min têk çû'
 
Şaha, wiha behsa zarokên xwe kir: “Ez 5 salan bi zarokên xwe di destê çeteyan de mam. Ev tişt gelek zehmet bû. Piştî ku ez vegeriyam, rewşa herî zehmet ji bo min dest pê kir. Ji ber ku rewşa min a derûniyê têk çûbû. Li malê her tim şer hebû û min jî êdî êrîşê zarokên xwe dikir. Ji ber vê sedemê jî her tim di navbera malbata hevjînê min de şer derdiket. Herî dawiyê zarok jî min standin."
 
Şaha Revo, da zanîn ku dema di destê çeteyan de bû her tim çarşefa reş li xwekiriye û wiha got: "Bi zorê cilên Reş li me dikirin, weke ku em di zindanê de bûn. Bi bi zorê Quran ferîme dikirin. Dema cilên reş li min dikirin, min xwe pir xerîb his dikir."
 
Şaha Revo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim zarokên min li cem min bin. Ez naxwazim ji Şengalê derkevim. Ez niha li cem birayê dijîm. Rewşa min di aliyê de ne baş e."