'Em li benda vegera ser axa xwe ne’

  • 09:01 12 Çile 2020
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê bûyerên ku li Efrînê di 58 rojan de qewimiye anîn ziman û gotin: "Berxwedaniya me ji êrîş û bêdengiyên wan xurtire. Bi hinceta cihên leşkeriye êrîşî malên sivîlan dikirin. Lê em bi hêvî ne ku em ê vegerin ser axa xwe."
 
Di 20’î çile 2018’an de dewleta tirk û hevkarên wê bi hemû cureyên teknîkan êrîşî Kantona Efrînê kirin û mal û milkên sivîlan talan kirin zarokên bê guneh qetil kirin û gel koçber kirin, lê berxwedana gelê Efrînê 58 rojan li hember êrîşan bê navber berdewam kir. Têkildarî vê mijarê jinên Efrînê yên li Kampa Serdem a Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
‘Berxwedana me ji êrîş û bêdengiyên wan bi hêztir e’
 
Meqbûle Osman a ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye di derbarê berxwedana wan ya 58 rojan a li Efrînê axivî û wiha got: "Di 20’ê çile 2018’an de dewleta tirk bi 72 balafirên xwe êrîşî Kantona Efrînê kir. Me li gundê xwe heya dawiyê li hember êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe da. Zarokên me ji dengê balafirên şer nikaribû xewbikirana. Ne ji mafê Erdogan e ku êrîşî ax û malên me bike, me gelek êş û zehmetî dîtin. Her hêviyên me hebû ku Erdogan nikare axa me dagir bike ji ber vê me li ber xwe da. Rojane li pêşiya çavên me xwîna zarokên me dihatin rijandin û dewlet din jî bêden man, lê dîsa berxwedana me ji êrîş û bêdengiyên wan bi hêztir e."
 
'Em li benda vegera ser axa xwe ne'
 
Litfiyê Hesen Kelo ya ji gundê Cegela ya navçeya Şiyê qala kiryarên dewleta tirk kir û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Bêrî Erdogan êrîşî Efrînê bike kiryarên xwe li ser xwazeyî dimeşand û darên zeytunê yên ber sînor qut û hil dikir, Erdogan dijminê xwazeyê ye. Li Efrînê dewleta tirk êrîşek pir dijwar li ser me de anî, zarokên me hedef digirtin malên me talan dikirin. Erdogan sivîlan hedef digirt û dixwast împaratoriya Osmanî nû bike û hemû deverên Sûriyeyê dagir bike. Lê dewleta tirk nikare kurdan tune bike. Lê kurd tu carî wî tiştî qebûl nakin. Em niha em li konan dijîn, heya em vegerin Efrînê em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
'Di 20'ê çileyê de jiyan tarî bû'
 
Jina bi navê Zeloh Omer a ji Efrînê ye dest nîşan kir ku Efrîn berî ku were dagirkirin jiyan xweş û bi aram bû, lê di 20’î çile de ev jiyan bû jiyaneke tarî. Dewleta tirk  dema êrîşê bajarê me kir, hemû sivîl zerar dîtin. Roja êrîşan rojek gelek zehmet û bi êş bû, lê berxwedana me ji êrîşan xurtire."