Polîsan mudaxaleyî xwendekarên zanîngehê kirin

  • 16:08 11 Çile 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, xwestin ji bo Gulîstan Doku ya agahî jê nayê girtin çalakiyê li dar bixin, lê polîsan mudaxaleyî xwendekaran kirin. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê, xwestin ji bo Gulîstan Dokû ya ev heftiyeke agahî jê nayê girtin, li Qada Seyît Riza ya Dêrsimê daxuyanî bidin. Xwendekarên ku çalakiya rûniştinê li dar xistin, dirûşmeyên “Neraze Dêrsim xwedî Gulîstan derkeve”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bêdeng nemîne her ku tu bêdeng bimînî wê dor were te jî” û “Em hemû Gulîstan in” berz kirin. Xwendekaran piştî çalakiya rûniştinê, dest bi meşê kirin. Polîs bi gaza îsotê mudaxaleyî xwendekaran kirin.