Serpîl Kemalbay: Em bi biryarin ku têkoşîna xwe xurtir bikin

  • 14:33 11 Çile 2020
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bi rojnamegerên li bajêr re di taştê de li hev civiyan û parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay, di taştê de axivî û got: “Di meha çileyê de em ê konferansa xwe ya jinan li dar bixin û piştre jî konferansa giştî ya mezin dê bê lidarxistin. Em bi biryarin ku têkoşîna xwe xurtir bikin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, bi rojnamegerên li bajêr re, di taştê de li hev civiyan. Taştê li avahiya bajêr a partiyê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, endamên Meclîsa Partiya (PM) û gelek kedkarên çapemeniyê tevlî civîna taştê bûn. 
 
Serpîl di civînê de axivî û dest pê kê 10’ê çile Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz kir û wiha bal kişand zextên li hemberî rojnamegeran: "Ji 90’î zêdetir rojnameger girtîne. Îro li Tirkiyeyê, yek ji pêngavên têkoşînê rojnamegertiyê ye. Ev yek bandorekê mezin li têkoşîna demokrasiyê dike. Em weke HDP’ê tim li gel rojnamegera ne.” 
 
Serpîl, pêvajoya kongreya partiya xwe nirxand û wiha bilêv kir: “HDP di têkoşîna demokrasiyê de bi biryare. Pêdiviya me hemûyan bi têkoşîna hevpar heye. Em bi biryarin ku yekitiya hêzên demokratîk ava bikin. Em niha vê yekê nîqaş dikin. Em li hemû qadan civînan pêk tînin. Di meha çileyê de em ê konferansa xwe ya jinan li dar bixin. Dîsa em ê konferansek giştî ya mezin li dar bixin. Ji bo ku tecrîd bê şikandin, hevalên me yên girtî bên berdan û komara demokratîk bê avakirin, divê gel kolan tije bikin û bi awayekê xurtir beşdarî têkoşînê bibin. Em bi biryarin ku têkoşîna xwe xurtir bikin.”