Li Parîsê meş: Êdî ji 7 salên bêcezayê re bese!

  • 13:01 11 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan li dijî qetilkirina sê jinên siyasetmedar ên Kurd herikîn Parîsê.
 
Ji bo sê jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, ev hefteyeke çalakî tên lidarxistin. Çalakî û bîranînên îsal bi dirûşmeya “Êdi ji 7 Salên Bêcezayê re Bes e” tên organîzekirin.
 
Çalakiya herî qelebalix ya ku ji aliyê TJK-E ve tê organîzekirin îro li Parîsê bi meşê dest pê kir. Meş piştî mîtîngê dê bidawî bibe.
 
Bi hezaran kesên ku piranî jin û ciwan in serî de ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Belçîka, Hollanda, Ewûstûrya û Îngîltre bi otobus, tren û wesayîten taybet herikîn Parîsê. Di meşê de girseya gel li cem pankart û dovîzan, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan bi dirûşmeyan hikûmetên Tirk û Fransa hatin protesto kirin. 
 
Kurdistanî nerazîbûn nîşanî qetilkirinê dan û daxwaza hiqûq û edaletê carek din nû kirin. Li gel Kurdan gelek Fransî ji beşdarî meşê bûne. Gelek nûnerên partiyên ku li Parîsê xebatan dikin beşdarî meşê bûn û peyamên piştevaniya bi Gelê Kurd re didin.