Jinên Efrînê tecrîd şermezar kirin

  • 12:40 11 Çile 2020
  • Rojane
Hesna Muhamad
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên beşdarî meşa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne, axivîn û gotin: "Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser jinê ye. Ji bo şikandina tecrîda girankirî bi hezaran gel li ser piyan in."
 
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê bi dirûşmeya "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser mirovahiyê ye" meşek li dar xistin û bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê tevlî meşê bûn. Di derbarê vê mijarê de jinên ku beşdarî meşê bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Ji bo şikandina tecrîdê bi hezaran gel li ser piyan in'
 
Endama Meclîsa Malbetên Şehîdan a herêma Efrînê, Subihan Husên çalakiyên gel li hember tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman û wiha vegot: "Bi hezaran Gelê Kurd îro li ser piyane ji bo şikandina tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Serokatî nêzî 22 sal di zîndana Îmraliyê de ruxmî tecrîdê, berxwedaniya xwe dide meşandin. Fikir û ramana Rêber Abdullah Ocalan azad e û bi hezaran kes li ser vê fikirê dijîn. Tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yek dengî bang dikin ku bê Serok Apo jiyan nabe."
 
'Azadiya Serok Apo, azadiya tevahî civakê ye'
 
Endama Koordinasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Emîne Silêman qala fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku li ser wê dimeşin kir û got: "Bila dijmin baş bizanibe em li ser fikir û felsefeya Serok Apo dijîn, fikira wî azade tu carî nayê dîl girtin. Em ê her di nava çalakî û berxwedaniyê de bin heya Rêber Abdullah Ocalan ji zîndanan azad dibe, ji ber ku azadiya Serok Apo azadiya tevahî civakê ye. Em roja dest pêkirina komploya li ser serokatî bi tundî şermezar dikin."
 
'Em ê di nav çalakiyan de bin'
 
Guneh Hesûn jî tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha pêde çû: "Em tecrîda girankirî li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Heta em vê tecrîdî bişkînin em ê li ser piyanbin, çalakiyên xwe dewam bikin û Serok Apo azad bikin."
 
'Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser jinê ye'
 
Heyet Mihemed jî li ser tecrîdê wiha axivî: "Em jin tu carî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin, ji ber tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser jinê ye. Em ê her têbikoşin û li ber xwe bidin, ji bo şikandina vê tecrîdê."