Jinên ku li Parîs û Silopya hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

  • 12:19 11 Çile 2020
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 6 siyasetmedarên jin ên Kurd ên li Parîs û Silopyayê hatibûn qetilkirin li Stockholma Swêdê bi bernameyekê hatin bibîranîn.
 
Meclîsa Jinan a Amarayê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9'ê çile ya 2013'an li Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze  Nayir ku 6'ê çile ya 2016'an li Silopiya Şirnexê hatibûn qetilkirin bi bîr anî.
 
Hevseroka KNK'ê ya Swêdê Zeynep Morad diyar kir ku ji ber ku jinên Kurd pêşengiya têkoşîna li dijî faşîzmê û paşverûtiyê dikirin bûn hedef û got: "Bêyî jinan şoreş çênabe."
 
Endamê Komîsyona Çandê ya Amarayê ji bo bîranîna jinên ku hatine qetilkirin sirûd xwendin. Şanoger Serpîl Înanç ji bo sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê hatibûne qetilkirin helbest xwend. Her wiha fîlma bi navê 'Sara' ya behsa jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz dike hat nîşandan.