Li Dêrikê ji bo sê jinên siyasetmedar sînevîzyonek hat pêşkêşkirin
- 10:26 11 Çile 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca bîranîna sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li Dêrîkê sînevîzyonek hat nîşandan.
Bi boneya biranîna sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li Parîsê, ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatin qetilkirin, jinên ciwan li bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê sinevizyonek amade kirin û nîşanî şêniyên Dêrîkê, sazî û dezgehên sivîl dan.