Endamên meclîsa şaerdariyê: Em astengiyan nas nakin

  • 09:07 11 Çile 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Şaredariya Hezexê têkildarê mijara ku têketina wan a şaredariyê  tê astengkirin de gotin ku ew astengan nas nakin û anîn ziman ku piştî tayînkirina qeyûmê biryarên ku hatine girtin qebûl nekin û dê daxwaznamê binivîsin û bişînin.   
 
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê û Şaredariya Hezexê hatin kirin, nahêlin ku endamên meclîsa şaredariyê ên HDP'î têkevin şaredariyê. Di 6’ê Çileyê de endamên meclîsê ji bo civîna meclîsa şaredariyê çûn şaredariyê lê belê qeyûm nehişt têkevin hundirê şaredariyê û ji wan re gotin: "Ketina we ya şaredariyê sûc e".  Têkildarê mijarê endamên meclîsa Hezexê ya Şaredariyê bertek nîşanê vê rewşê dan û anîn ziman ku dê piştî tayîn kirina qeyûm daxwaznameya ku biryarên hatine girtin qebûl nekin binivîsin û bişînin.  
 
‘Em van astengan nas nakin’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Hezexê Emîra Çelebî, anî ziman ku bi hevalên xwe yên endamên meclîsê re xwestine bikevin şaredariyê lê ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin. Emîra, bi lêv kir ku polîsan ji wan re gotine, “ketina we ya şaredariyê qedex eye” û wiha domand: “Ew çiqasî pêşiya me astengan derbixin jî em ê her meh roja dûşemê biçin şaredariyê ji bo civînên xwe. Ev astengiyên ku tên derxistin tên wateya êrîşê. Ev astengkirin ne bi tenê li dijî me her wiha li dijî hemû gelan tê kirin. Em van astengiyan nas nakin. Bi van astengiyan vîna gel carekedin xesp kirin. Gelê me dixwaze ku şaredariya bi vîna xwe hilbijartine şûnde bigirin.”
 
‘Me serî netewand’
 
Emîra, bal kişand ser polîsên ku her roj wan dişopînin heta malên wan û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi vî awayî dixwazin zextan li me bikin. Lê belê dê biser nekevin. Polîtîqayên xwe yên qirêj li ser me û gel pêk tînin. Di sala 2016’an de jî qeyûm tayînê şaredariyên me hatin kirin û îro jî heman tişt hat kirin. Piştî qeyûmên tayînê şaredariyê hatin kirin hevşaredar û hevalên me hatin girtin û binçavkirin. Em ê heta dawiyê bibin şopdarên vê dozê. Em her roj û hertim bi van zextan re rû bir û dimînin. Lê belê tu carî me serî netewand.”   
 
‘Kesê tayînkirî li gor xwe nikare biyaran bigire’
 
Emîra, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî tayînkirina qeyûm biryarên ku hatine girtin qebûl nekin û dê daxwazname binivîsin û bişînin û ev tişt got: “Ev bêhiqûqî ye. Bijarteyên şaredariyê ji peywirê nehatin girtin û nehatin dûrxistin. Em bi biryara qeyûmê bi awayek fîîlî ji şaredariyê hatine dûrxistin. Kesê tayînkirî li gor xwe nikare biyaran bigire. Em ê her meh biçin şaredariyê.”
 
‘Em hilbijêrên gel in’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Hezexê Medya Hezar jî bi bîr xist ku cara duyem qeyûm tayînê şaredariyê hatiye kirin û cara duyem vîna gel hatiye xespkirin û ev tişt anî ziman: “Bi awayek bêhiqûqî û bêbelge nehîştin ku em bikevin şaredariyê. Berê jî bi awayek bêhincet qeyûm tayînê şaredariyê hatibû kirin. Îro cara duyem qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Ji ber ku me xizmet ji gelê xwe re dikir nerehet dibûn. Bi awayek kêyfî nahêlin em bikevin şaredariyê. Ji ber ku em HDP’yî ne îro ev êrîş li dijî me tê kirin. Em bijarteyên gel in. Vîna gel carekedin hat xespkirin.”
 
‘Em ê daxwazname binivîsin’
 
 Medya,  herî dawî got ku ew ê dev ji berxwedana xwe  bernedin,bi gelê xwe re bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew ji wê deriyê şaredariyê me sed carî paşve vegerînin jî em ê dîsa biçin. Em ê her meh biçin şaredariyê. Piştî tayîn kirina qeyûmê biryarên ku hatine girtin em qebûl nakin. Em ê daxwazname binivîsin û bişînin şaredariyê.”