'Li dijî siyaseta ku jinan hedef digire dê seknek were nîşandan'

  • 09:05 11 Çile 2020
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê Şîraz Hemo, diyar kir ku pêvajoya ku niha tê jiyîn aliyê wê yê şer di pêş de ye û got: "Ji ber ku hemû hêz di aliyê çareseriya siyasî de xetimandinekê ava dikin. Dewletên ku dixwazin berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de bidin parastin aloziyê mezin dikin."
 
Konferans bi pêşengiya koma Keskan/EFA, Tifaqa Navneteweyî ji bo Parastina Azadî û Mafan a bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AÎDL) di 11 û 12'yê kanûna sala 2019'an de li paytexta Belçîka, Brukselê pêk hatibû. Parlamenter, parêzvanên mafên mirovan, akademîsyen, nûnerên rêxistinên parastina azadiya çapemeniyê, rojnamevan û lêkolîner tevlîbibûn. Hêj jî nîqaş û encamên wê tên nîqaşkirin. Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma  Efrînê  Şîraz Hemo derbarê pêvajo niha û konferansa ku demên borî hatî lidarxistin de nêrînê xwe anî ziman. 
 
'Li dijî berjewendiyên dagirkeran gel li berxwe didin'
 
Şîrazê di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya ku tê jiyîn kir û wiha got: "Pêvajoya ku niha tê jiyîn aliyê wê yê şer di pêş de ye, ji ber ku hemû hêz di aliyê çareseriya siyasî de xetimandinekê ava dikin. Dewletên ku dixwazin berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de bidin parastin aloziyê mezin dikin. Mînaka herî berbiçav jî Efrîn e. Ji ber gelê Efrînê doza demokrasiyê dikir, rastî êrîşê hat û Efrîn hat dagirkirin û berdewamiya wê jî Serêkaniyê û Girê Spî bû. Li beramberî van êrîşan berxwedan û têkoşîna gel hîn zêdetir bû. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirî dibînin, kesên ku doza vê riyê dikin canê xwe di oxira azadiyê de feda kirin. Li dijî berjewendiyên dagirkeran gel li berxwe didin."
 
'Di konferansê de siyaseta dewleta tirk a talanker hat guftugokirin'  
 
Şîrazê bal kişand ser konferansa navdewletî û wiha dewam kir: "Di pêvajoyek wiha de pêkhatina konferansê gelek girîng bû. Ev konferans di parlamentoya Ewrûpayê de pêk hat. Kesên ku beşdarî konferansê bûne kesên demokrat, hiquqnas, rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û şahidiyên berxwedana Serdemê  kirine. Mijarên konferansê li ser stratejiya dewleta tirk li ser Rojhilata Navîn û bi taybet li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat nîqaşkirin. Di roja me ya îro de jî dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Lîbya jî bi zihniyeta Osmaniyan tev digere. Erdogan bi van nêzikatiyên xwe wek hêza çareseriyê nîşan dide lê zilm û zordestiyê dike. Her wiha di kongreyê de rengên dagirkeriya dewleta tirk, binpêkirina mafê gelan, revandin, işkencekirin û çekên ku tên xebitandin hat guftugokirin."
 
'Destan û dîrokên ku jinê nivîsandiye gihaşt astek pir bilind'
 
Şîrazê diyar kir ku di konferansê de mijara herî sereke mijara jinê bû û wiha dewam kir: "Dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan armanc digire. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengtiya kar, têkoşîn û berxwedanê dike. Destan û dîrokên ku jinan  nivîsandine, di kesayeta Hevrîn Xelef de gihîşt astek pir bilind." 
 
'Li dijî siyaseta ku jinan hedef digire dê seknek were nîşandan'
 
Şîrazê wiha domand: "Di konferansê de ji bo çareseriyê jî niqaş hatin meşandin. Her wiha di gelek mijaran de biryar hatin girtin. Rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mijara sereke bû. Ji bo çareserî û heremek bi ewle, pêwist e dewleta tirk ji xaka Sûriyeyê derkeve. Her wiha dadgehek herêmî  ji bo DAIŞ'ê  di bin siwana navneteweyî de were avakirin. Kesên ku heremên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine bikeve lîsteya terorê û bila Erdogan jî weke kesayet were dadgehkirin. Ji ber gelek dosya di derbarê sûcên şer ê Erdogan de hene. Li dijî siyaseta ku jinan hedef digire dê seknek were nîşandan." 
 
'Di konferansê de biryara komîteyê hat girtin'
 
Herî dawî Şîrazê biryarên konferansê nirxand û wiha got: "Ji bo pêkanîna bîryarên di konferansa navdewletî de dê komîteyek were avakirin. Konferans dê bi awayekî herdemî bê lidarxistin û dosyayên ku hatine belgekirin were nîqaşkirin û ji bo dadgehên navneteweyî bên rakirin. Kongreya ku hat lidarxistin di aliyê diplomasiyê de gavek serkeftî bû."