Gulîstan Doku ya winda herî dawî bi Zaynal Abarok re hatiye dîtin!

  • 16:27 10 Çile 2020
  • Rojane
DERSÎM - Gulîstan Dokû ku 6 roj berê li Dersîmê hatibû windakirin, derket holê ku herî dawî bi hevalê xwe Zaynal Abarok re bi telefonê axivî ye. 
 
Xwendekara Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ya 6 roj berê winda bû, derket holê ku herî dawî bi hevalê xwe yê mêr Zaynal Abarok re hevdîtin kiriye. Baroya Dersimê qeydên sînyalên HTS'ê xwest. Parêzerên baroyê Dersimê qeydên sînyalên telefonê xistin şopandinê, Derket holê ku Gulistan Doku, roja bazarê li Taxa Ataturk saet di 16.26’an bi telefona li ser navê Engin Yucel hatiye qeydkirin re axivî ye. Piştî parêzeran lekolîn kir, hat zanîn ku Zaynal Abarok bi telefonê axivî ye. Parêzeran telefona ku tespît kirin dan Serdozgerê Komarê yê Dersimê. 
 
Zaynal Abarok ê Rûs e, li Dersimê li cem polîsekî dijî û polîs ew kiriye wekî kurê xwe. Abarok, li Rusya ji dayik bûye û li Rûsya mezin bûye. Hat diyar kirin ku Abarok û Gulistan Doku li cafeya lê kar dikin hev nas kirine. 
 
Ji şeva 5'ê çile de agahî ji Doku nayê stendin. Ji aliyê polîsan ve hat tespîtkirin ku Doku herî dawî saet di 11.29’an de li taxa Ataturk li hemberî avahiya Walîtiyê hatiye dîtin.