Meclisa Jinan a HDP'ê: Em li dijî polîtîkayên dijminane serî natewînin

  • 16:03 10 Çile 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê derbarê bûyerên êrîşa zayendî û destavêtinê de daxuyanî da û got: "Em li dijî polîtîkayên AKP'ê yên dijminantiya jin û zarokan dikin serî natewînin û em rê nadin kesên bi biyrara nepenîkirinê bêcezatiyê meşrû dikin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê êrîşa zayendî ku 15 zarok li Perteka Dêrsimê pê re rûbirû man de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serweriya AKP'ê, bi polîtîkayên gûrkirina şer, newekheviya zayendî û mîlîtarîzma ku pêş dixe her roj êrîşî civakê dike."
 
'Di lêpirsînê de biryara nepenîkirinê'
 
 Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Serokê Daîreya Zanîn û Bikarhineriyê yê Zanîngeha Munzurê Cem Tekînoglu berî bi demeke kurt li dijî gelek xwendekaran êrîşa zayendî pêk aniye, mecbûrî fuhuşê kirine û li navçeya Pertekê jî mêrê bi navê Harun Yildirim, gelek zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine û hat diyarkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Pertekê jî li ser lêpirsîna ku daye destpêkirin biryara nepenîkirinê daye. 
 
Hewldanên ji rêderxistinê ne vala ne'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Êrîşên li ser şêniyên Dêrsimê yên hewdana ji rêderxistinê vala nayên kirin. Şêniyên Dêrsimê, van polîtîkayên dijminane yên AKP'ê li hember  zarok û tevgera azadiya jinê ku tên kirin baş nas dikin.  Dewleta mêr bi dijberbûna xwe ya li hember kurdan û elewiyan, bi siyaseta xwe ya asîmîlasonîst û înkarkirinê dixwaze li Dêrsimê hebûna xwe berdewam bike.  Lê jinên Dêrsimê ku bi salan e li dijî van polîtîkayan serî netewandine bertekên xwe yên li dijî êrîşa zayendî jî bi çalakiya derketina kolanan şermezar kirine. Em dizanin ku sedemavan pêkanînan polîtîkayên AKP'ê û daraza mêr ya li hemberî jin û zarokan e. Em careke din dibêjin di serî de li Dêrsimê li her derê em ê şopdarên van êrîşên zayendî ku tên kirin bin. "