Li dijî tecrîdê şêniyên Efrîn û Şehbayê herikîn qadan

  • 15:29 10 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi meşekê bi dirûşma "Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser mirovahiyê ye"  hat lidarxistin.
 
Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê meşek bi dirûşmeya "Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser mirovahiyê ye" ji destpêka gundê Til Qireh heta qada kampa Serdemê ya navçeya Ehdas li dar xistin. Bi sedan ji gelê Efrîn û Şehbayê tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya star û pankartên bi nivîsa "Em ê tecrîd û faşizimê têk bibin, netewa demokratîk misoger bikin" hatin hilgirtin.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina, li ser navê Kongreya Star a herêma Efrînê Hêvîn Reşîd û li ser navê Yekîtiya jinên Şehbayê Selwe Ecec axivîn û gotin: "Dewleta tirk ji bo şikandina vîna Gelê Kurd tecrîda li ser Rêber Apo giran dike, weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê her li ser piyan bin û ji bo azadiya Rêber Apo di nav çalakiyan de bin." 
 
Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.