MEBYA -DER: Tecrit sucê mirovahiyê ye bila bê rakirin

  • 14:38 10 Çile 2020
  • Rojane
MEBYA -DER: Tecrit sucê mirovahiyê ye bila bê rakirin
 
AMED - Rêveberiya  MEBYA -DER'ê  têkildarî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanek da çapemeniyê û got ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê bê rakirin. 
 
Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajêr û navçeyên Amedê, Komeleya 78’an, Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî (TUAY-DER), Kongreya Îslamê ya Demokratîk (KÎD) û welatî beşdar bûn.  Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadag daxuyanî xwend.
 
‘Di şexsê Ocalan de gel tê tecritkirin’
 
Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşan kirin; “Di Rojhilata Navîn de Tevgera Azadiyê û Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan astenge li pêş moderniteya kapîtalîst. Ji bo ku ji vê astengiyê xelas bin bi komployê birêz Ocalan ji Rojhilata Navîn derxistin. Di 15’ê Sibata 1999’an de bi polîtîkaya tecrîdkirinê xwestin  têkiliyên Ocalan bi cîhanê re qut bikin. Bi qetilkirina sê jinên ku li Parîsê qetilkirin tecrît û komplo derket asteke jortir. Bi vê komkujiyê xwestin projeyên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd neyên niqaşkirin.  Tecrîda li ser projeyên çareseriyê bi awayekî navnetewî hat kûrkirin. Dagirkirina Suriyê, Rewşa Lîbya û Îranê nîşandana îflaskirina Modernîteya Kapîtalîst e.”
 
'Tecrîd tenê ne li ser Ocalan e'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de bandora tecrîdê ya neyînî hat bibîrxistin û ev tişt hat gotin: "Polîtîkayên tecrîdê yên tên meşandin ne tenê li ser Ocalan e. Aliyê vê tecrîdê yê hiqûqî jî nîne. Di kesayeta Rêberê Gelê Kurd de gel tên tecrîdkirin. Kengî tecrîd li ser birêz Ocalan radibe hevîyên aşitiyê bilind dibin, mirov namirin û fikir tên niqaşkirin. Ev jî nîşan dide ku tecrît şer û rondikên çava ye, diyalog jî jiyaneke bi rûmet û aşitiye. Em tecrîdê şermezar dikin. Em dixwazin ku di nêz de bila dawî lê were û pevajoya muzakereyan bidin dest pê kirin. Tecrît sucê mirovahiyê ye divê teqez were rakirin.”
 
Daxuyanî bi diruşma “Tecrît Sucê Mirovahiyê ye, divê were rakirin”  bi dawî bû.