Kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

  • 12:24 10 Çile 2020
  • Rojane
ENQERE -  Seroka Komeleya 10'ê Ekim-Derê Mehtap Sakîncî Coşgûn ji bo sûcên li dijî mirovahiyê banga piştevaniyê kir. 
 
Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Ekim-Derê di hefteya 51’emîn de 103 qûrbaniyên di teqîna mitînga Ked û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat li Meydana Garê ya Enqereyê bi bîr anî. Bîranînê bi xwendina navê 130 qûrbaniyan dest pê kir. Endam û rêveberên 10'ê Cotmehê dirûşm berz kirin û carek din komkujî şermezar kirin. 
  
Seroka 10'ê Ekim-Derê Mehtap Sakîncî Coşgûn di bîranên de axivî û got: “Bi ser komkujiyê re 51 meh derbas bûn lê em hin bêtir bi hêrs bûn. Doza komkujiyê ya li dijî mirovahiyê dewam dike. Ev doz ji bo me malbatan pirr girîng e. Heke em eywanên dadgehan tije nekin dê encamên ne li gorî dilê me derkevin. Em neçarin vê dozê bişopînin. Em ê dest ji şopandina dozê bernedin. Ji bo em xwedî li şehîd û doza wan derdikevin wîjdanê me rehet e. Teqez wê kujerên rastîn derkevin holê. Em ê meha pêşiya me jî li vir bin û teqez em ê bi ser bikevin. Ez ji bo xwedî derketina 103 qûrbaniyan banga piştevaniyê dikim.”