'Sakîne Cansiz têkoşîn û hevaltiya rast rave dike'

  • 09:32 10 Çile 2020
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Endama Akademiya Jineolojîyê Rûmet Heval, di derbarê salvegera şehadeta Sakîne Cansiz û rêhevalên wê de axivî û wiha got: "Sakîne Cansiz mezinbûna têkoşîn û hevaltiya rast îfade dike. Ew ji bo têkoşîna doza azadiyê her dem xebitî. Ji jinên kurd bû feyza têkoşînê. Em ê her dem di rêya wê de bimeşin." 
 
Di 9’ê çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê Têkoşer Sakîne Cansiz û rêhevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di komployeke istixbarata Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz yek ji wan jinên têkoşer ên pêşeng bû. Di zaroktiya xwe de xwedî doz û biryar bû.  Têkîldarî mijarê Endama Akademiya Jineolojîyê Rûmet Heval ku bi Sakîne Cansiz re hevdîtin pêk aniye, di derbarê kesayeta Sakîne Cansiz de nêrînên xwe parve kir. 
 
'Sakîne Cansiz têkoşîn û hevaltiya rast rave dike'
 
Rûmetê di destpêka axaftina xwe de Sakîne Cansiz û rêhevalên wê bi bîr anî û wiha got: "Em salvegera şehadeta Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîr tînin û soza dubarekirina têkoşina wan didin. Sakîne Cansiz mezinbûna têkoşîn û hevaltiya rast rave dike. Sakîne Cansiz di sala 1958'an de li Kurdistanê li Dersîmê ji dayik bûye. Bi xwişk û birayên xwe re mezin bûye û heta mezin jî bû di nav têkoşîna jiyanê de bû. Têkoşîna wê di aliyê başbûna malbat, jiyan, xwişk, bira û hevaltiyê de bû. Sedema têkoşîna wê jî axaftinek wê hebû her digot: 'Em bi zanebûna têkoşîna dîroka Dêrsîmê mezin bûne' ji ber Sakîne Cansiz dîroka Dersîmê lêkolîn kiribû. Mirov dema bi Sakîne Cansiz re guftogoh dikir, ji axaftina wê têr nedibû. Rastiyan ji devê Sakîne Cansiz bihîstin û guhdarkirin hêzek bi xwe re ava dikir û ji bo me dibû pêşeng. Mirov dema behsa pêşengtiya Sakîne Cansiz dike, hêza ku me ji pêşengiya wê girtiye wek mîrasekê em bi nav dikin û behsa wê dikin. Sakîne Cansiz di tevahî jiyana xwe de  civak, malbat û kesayeta xwe bi kurbûyîn û felsefeyek jiyanî tehlîla xwe ya civakî çêkir."
 
'Di berxwedana zindanê de Sakîne Cansiz nimûne bû'
 
Rûmetê di dewama axaftina xwe de behsa tevlîbûn û têkoşîna Sakîne Cansiz kir û wiha got: "Sakîne Cansiz jinek por sor û xwedî bedewiyek ber bi çav biryara tevlîbûn û têkoşînê da. Sakîne Cansiz jî ji karên ku li Îzmîr, Enqere û Dêrsîmê dike eşkere dibe ku jinek gelek jêhatî ye. Di encama vê eşkerebûnê de di derbeya 12'ê Îlonê de tê girtin. Em dema behsa dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê bikin, pêşengtiya berxwedana di hundir girtîgehan de kiriye û xwe pêş xistiye em dikarin nimûneya yekemîn li gel heval Mazlûm, Xeyrî, Alî û Kemalan behsa Sakîne Cansiz bikin."
 
'Etîmolojî û epistemolojiya civakê dianî kêleka hev'
 
Rûmetê behsa hevdîtina xwe ya bi Sakîne Cansiz re wiha kir: "Min cara yekem Sakîne Cansiz li qada Metîna di sala 1993'an de dît. Hevdîtinek demkin bû, lê heta niha jî ev hevdîtin di dilê min de hin mezin dibe. Sakîne Cansiz di kesayet û axaftina xwe de hîsiyatek pir mezin ava dikir û herkes tevlî xwe dikir. Jinek baldar, por sor, bejin dirêj û xweşik bû, bi fikrê xwe ew xweşikbûna wê derdiket pêş. Sakîne Cansiz her demê me kom dikir û behsa hevaltî, sadiqbûn, girêdayînbûn û serkeftinê dikir. Sakîne li gor xwe û zanyariya giştî ya cîhanî  tehlîlên xwe dikir, ev jî ji bo bingeha zanist û zanyariyê pir girîng e. Etîmolojî û epistemolojiya civakê dianî kêleka hev. Mijaran anîna kêleka hev jî cesaret û zanebûnek bingehîn dixwaze. Sakîne Cansiz ev yek pêk anî."
 
'Ew jinek dilnizm bû jî'
 
Rûmetê bal kişand ser baldariya Sakîne Cansiz û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêheval Sakîne him di aliyê kesayet him jî di aliyê fikir, jiyan û saetên xwe yên kar jî bi disiplineke mezin dida meşandin. Dema fikra xwe parve dikir pîvan û exlaqê fikir derdixist holê. Ew jinek dilnizm bû jî. Sakîne Cansiz di aliyê tenduristiya xwe û civakê de pir tehlilên kûr dikir. Analîzên wê ji bo jiyan û civakê di aliyê derûnî û hisiyeta mirovên derdorê xwe dikir û hewildana tedawiyê dikir. Zanyariya ku îro tê rojevêSakîne Cansiz beriya salan bi awayek xwezayî pêş dixist û kurbunek wek behrê çêdikir."
 
'Jin bi xwe hebûnek gerdûnî ye'
 
Rûmetê balkişand lêkolîna Sakîne Cansiz a ser jinê û wiha dewam kir: "Sakîne Cansiz di analîzên xwe yên ser jinan de wiha digot: 'Ger di rêxistinbûna jinê de, pîvana giştî ya kolektîf û hevpar nebe û di têkoşîna Kurdistanê de him yekbûyîn him jî ji bo têkoşînê rih û îradeya jinê dernekeve pêş, ev jin dê were parçekirin' her behsa dîroka jin û jinên kurd dikir. Ev jî ji bo têkoşîna azadiya jina kurd bû bingeha çavkaniya me. Di nava pirtûka xwe ya bi navê 'Jiyana min her şer bû' gelek mijarên dîrok, perspektifên jinên gerdûnî û perpektîfên rojane yên pêşerojê bi wêrekî dinivîsand. Dema ku mijar dibû jin, digot: 'Jin bi xwe hebûnek gerdûnî ye'." 
 
'Gotinê wê ji bo min perspektîfên pêşerojê ne'
 
Rûmetê behsa şehadeta Sakîne Cansiz û rêhevalên wê kir û wiha got: "Şehadeta rêheval Sakîne wek berdewamiya komploya 9'ê cotmehê ya navneteweyî bû. Kesayetek ku ji destpêka tevgera têkoşîna azadiya Kurdistanê û heta 9’ê çileyê sala 2013’an, roja şehadeta xwe têkoşînek bêhempa meşand. Loma jî civakê ew ji xwe re kir pêşeng. Bûyera şehadeta Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan sal di ser re derbas bûn û heta niha qetilkirina wan bi rengekî fermî nehatiye eşkerekirin. Ev bûyera tarî tê wateya ku dewletên navneteweyî yên ku destê wan di qetilkirina van her sê hevalan de hebû. Dijmin  ji têkoşîn û berxwedana wan gelek bi tirs bûn. Beriya ku bûyera şehadeta wê biqewime me careke din hevdû dît. Ji min re digot tu weke navê xwe be hêja û pêşketî be û pêşeroja te bila ronahî be. Gotinên wê ji bo min perspektîfên pêşerojê ne. Em cesareta axaftin û giranbuhabûna gotinan ji wê digirin." 
 
'Sakîne Cansiz di cîhanê de bi zanyarî û têkoşîna xwe bû nimûne'
 
Rûmetê herî dawî diyar kir ku Sakîne pêşenga jînên cîhanê ye û wiha pê de çû: "Rêheval Sakîne bû nimûneya jina zanyar. Çawa ku em di roja îro de behsa têkoşîna jinên wek Clara Zetkîn û Rosa Luksemburg dikin, rêheval Sakîne jî bi zanyar û têkoşîna xwe di cîhanê de bû nimûne. Em rêheval Sakîne ji bo xwe pêşeng dibînin û li ser xet û mîrasa wê têkoşîna xwe mezin dikin."