Sê jinên şoreşger û siyasetmedar li Kobanê hatin bîranîn

  • 09:14 10 Çile 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Kongreya Star di 7'emîn salvegera komkujiya Parîsê de bi semîner û daxuyaniyekê sê jinên şoreşger, siyasetmedar û pêşengên tevgera kurd bi bîr anîn.
 
Rêxistina Kongreya Star a Kobanê bi boneya 7'emîn salvegera komkujiya Parîsê ku hersê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, (Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di encama suqasta ku ji aliyê  istixbarara tirk ve hatibû kirin û hersê jinên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dabûn, bi semîner û daxuyaniyekê hatin bibîranîn. 
 
Daxuyanî li qada jina azad bi tevlîbûna  dehan ji, jinên sazî û dezgehên Kobanê ve hat dayîn û daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Mizgîn Xelîl ve hat xwendin.
 
Piştî daxuyaniyê Kongreya Star li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê semînerek li ser jiyana Sakîne Cansiz û herdû rêhevalên wê hat lidarxistin. Di semînerê de bi sedan gel, sazî û dazgehên Kobanê amade bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, paşê semîner ji aliyê Endama Kongreya Star Medya Mihemed ve hat dayîn.
 
'Em hemû deyndarê heval Sara ne'
 
Medyayê  di destpêka axaftina xwe de hersê jinên şoreşger bi bîr anî û wiha got: “Komkujiya Parîsê ya ku di 9'ê Çileyê de li dijî hersê jinên têkoşer pêk hat di dîrokê de weke rojeke reş tê naskirin. Bêguman êrîşên li ser hersê jinên têkoşer di rastiya xwe de li ser birdozî û azadiya tevahî jinan e. Em hemû gel îro deyndarê Heval Sara ne. Pêwist e em îro xwedî li têkoşîn û berxwedana heval Sara û rêhevalên wê derkevin."
 
Piştî bidawîbûna semînerê, li ser jiyana hersê jinên têkoşer sinevizyon hat pêşkêşkirin.
 
Daxuyaniya Kongra Star a di derbarê komkujiya 9'ê Çileyê de wiha ye
 
"Di şexsê hersê jinên têkoşer de serdestan xwestin nasname, îrade û baweriya ku jinan di şoreşê de bi dest xistine tune bikin. Komkujiya Parîsê bi rengekî pilankirî bû û bi destê dewleta tirk a faşîst û MÎT'ê ve çêbû. Heft sal ji ser komkujiya Parîsê re derbas bû û hîn kujer nehatine cezakirin. Bi çavgirtina tevahî dewletên Ewropî û hêzên hegemonîk hîn jî kujer nehatine cezakirin. Armanca tevahî hêzên dîktator, dagirker tenê tunekirin û têkbirina pirojeya azadî û nasnameya jinê ye. Jinên têkoşer û pêşeng her tim dibin armanca hêzên dagirker û her tim li rê û rêbazên ku jinên pêşeng û siyastemedar tune bikin digerin. Bi van kiryaran dixwazin tirsekê di hundirê jinan de çêbikin, ji bo ku jin dev ji mafê xwe yê azadî û siyasetê berde. Lê ew ê tu carî mexseda serdestan pêk neyê. "
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.