‘Pêşiya îstîsmarê venekin, ceza bidin’

  • 09:07 10 Çile 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Çagla Ozgenturk diyar kir ku aktîvîstên jin yên Edenê wê heta dawî li dijî qanûna ku ‘efûya’ ji bo îstîsmara zarokan tê, kolanan bin û got: “AKP ji nifşê ku lêpirsîn dike, difikire, ditirse. Ji ber ku ji zîhniyeta serdest xwedî dibe. Ji bo desthilatdariya wan têk neçe jî serî li van sererastkirinan didin.”
 
Sererastkirina ‘di îstîsmara zarokan de bi riya zewacê efû’ di pakêta darazê ya duyemîn de cih digire û gorî vê zarokên rastî tecawizê hatibin, ger ku temenê navbera zarok û gumanbar ji 10’î ne zêdetir be dikarin bên zewicandin û bi vî awayî jî ceza dikare bê taloqkirin. Pêşnûmeya ku di salên 2016-2018’an de li ser îtîraza jinan hat taloqkirin niha car di rojevê de ye.
 
‘Em heta dawî li kolanan e’
 
Jinên Edenê bertek nîşanê mijarê dan. Endama Platforma Jinan a Edenê Emîne Bîtîrgeç, got wê heta dawî ji bo zarokan li kolanan bin û got: “Ji bo gumanbarên ku divê cezayên herî giran bên dayîn, efû tê derxistin. Desthilatdariyê ev qanûn her tim dianî rojevê. Me her tim bertek nîşan da. Lê ew bi israr tînin rojevê. Bi armanca çewisandinê vê dikin. Ev di meclîsê derbas bibe jî em ê her tim li dijî vê têbikoşin. Ji bo zarok di temenê biçûk de neyên zewicandin em ê çi ji destê me bê bikin. Em tu car dest ji têkoşînê bernadin û wê her tim jî li qadan bin.”
 
‘Em ê qadên xwe desthilatdariyê’
 
Ji Piştevaniya Mor Derya Çîçek Nar jî bertek nîşanê pêkanînê da û got AKP bi salane hewl dide şîdet û îstîsmarê veşêre û got: “AKP dibêje ‘em çiqas jin û zarokan bêdeng bikin wê ji bo me bi fêde be’. Em jî dibêjin ku li dijî şîdet û îstîsmara zarokan em tu car qadên xwe yên têkoşînê nadin we. Îstîsmara zarokan gelek zêde bûye. Li dijî îstîsmara li weqf û komeleyan bêdeng dimînin. Hewl didin serê vê bigirin. Lê em tu car destûr nadin vê. Bila ve baş bizanin.”
 
‘Li şûna ceza giran bikin pêşî li îstîsmarê vedikin’
 
Çagla Ozgenturk jî destnîşan kir ku desthilatdarî ji bo ku zarokan biparêze li şûna cezayan giran bike, berovajî vê pêşî li sûc vedike, sûc rewa dike û got: “Ev tiştekî bi xof e. L şûna em zarokan biparêzin, bi qanûnan zêdetir zirarê dibînin. Em ê li dijî vê tu car dest ji têkoşîna xwe bernedin. AKP ji nifşê ku lêpirsîn dike, difikire, ditirse. Ji ber ku ji zîhniyeta serdest xwedî dibe. Ji bo desthilatdariya wan têk neçe jî serî li van sererastkirinan didin.”