'Em hedef dikin ku tora piştgiriya rojnamegeriya jinê ava bikin'

  • 09:02 10 Çile 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Damezrînera Koalîsyona Jinan a Di Rojnamgeriyê de Kîran Nazîsh ku li ser xebatên êrîşên li ser rojnamegerên jin xebatan dimeşîne wiha got: “Em hedef dikin ku toreke rojnamegeriya jinan ava bikin.”
 
Di 10’ê Çileyê 1961’ê de ku wek ‘bûyera 9 patron’ derbasî dîroka çapemeniya Tirkiyeyê bû, yekem car mafê rojnamegeran ket bi ewlehiyê. Ji wê rojê heta 10’ê Çileyê 1971’ê bi navê ‘Cejna rojnamegeran dixebitin’ hat pîrozkirin. Piştre navê wek Roja rojnamegerên dixebite hat guhertin. Piştre rojnamegeran di komele, weqf û saziyên din de xwe rêxistin kirin û têkoşîna ji bo mafê xwe dan. Yek ji van jî Koalîsyona Jinan a di Rojnamegeriyê de(The Coalition For Women in Journalism-CFWIJ) ye û di Adara 2017’an de hat avakirin. Armanca koalîsyonê ev e ku ji bo rojnamegerên jin yên cîhanê tora piştevaniyê ava bike.
 
Koalîsyon der barê êrîşên li ser rojnamegerên jin jî raporan aşkera dike û herî dawî di Sendîka Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) re di 16’ê Kanûna 2019’an de li Navenda Akademiya TGS ya Stenbolê paneleke bi mijara ‘ewlehiya rojnamegerên jin’ pêk anî û di panelê de balkişandin ser binpêkirina mafan.
 
CFWIJ di heman demê de bi siyasetmedarên jin re jî hevdîtinan didomîne. Yek ji damezrînera CFWIJ Kîran Nazîsh, der barê faliyetên platformê de, hedef û pirsgirên ku rojnamegerên jin dijîn, ji ajansa me re axivî.
 
*We çawa biryara avakirina CFWIJ girt? Hûn dikarin hinekî wê pêvajoyê binirxînin?
 
Di 1999’an de min dest bi rojnamegeriyê kir. Li Pakîstanê wek edîtor xebitîm. Wê demê min şahidiya gelek tiştî kir. Di 2018’an de hevalek min ya rojnameger li Pakîstanê hat kuştin.Min ev bûyer lêkolîn kir. Piştre ajansa lê dixebitîm dawî li karê min anî. Ez li Afganîstan, Latîn Amerîka û Amerîkayê xebitîm. Li her derê jinan heman pirsgirêk dijiyan. Mobîng li jinan pêk dihat. Piştre rastî tecawizê dihatin, dihatin qetilkirin. Min ev li gelek cihî dît. Di hevdîtinên ku me rojnamegerên jin bi hev re dikir de derket holê ku paşerojeke vê ya kevn heye. Li Sûriye û Iraqê ez di demên şer de xebitîm. Ez ji wir çûm New Yorkê. Min li wir got divê toreke piştevaniyê bi rojnamegerên jin re bê avakirin. Li ser vê min biryar da.
 
*Armanca CFWIJ çi ye?
 
Firka CFWIJ di 2016’an de derket. Di 2017’an de jî li New Yorkê hat avakirin. Platformê di Nîsana 2019’an de jî civîna xwe ya ewil li Tirkiyeyê kir. Li Meksîka, Kosova, Hîndîstan, Pakîstan, Nîjerya, Afganîstan û Tirkiyeyê platform xebatan dimeşîne. Platform hedef dike ku li hemû cîhanê ji bo rojnamegerên jin toreke piştevaniyê ava bike. Hedefa me ev e ku em ji bo jinan qadeke rojnamegeriyê ya bi ewle ava bikin.
 
*Heta niha çi xebat hatin meşandin?
 
Cihên ku platforma me lê ye, mentorên wir, di mijarên wekê tenduristî, nûçegîhaniya şer, wênekêşî û weşanê de xwedî pisporiyekê ne. Platforma me dozên tacîz an jî êrîşên li hember rojnamegerên jin dişopîne. Dike belge. Li navendên nûçeyan dem bi dem anket tên kirin û em pirsgirêkên jinan lêkolîn dikin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî em dikevin tevgerê.
 
*Li Tirkiyeyê hûn der barê rewşa rojnamegerên jin de çi difikirin?
 
Li Tirkiyeyê êrîşên li hember rojnamegeran derdikevin pêş. Di demên piştî hewldana darbeyê gelek rojnamegerên jin hatine binçavkirin û girtin. Me hewl da em der barê vê de rojevekê ava bikin. Em di vê mijdarê de daxuyaniyan didin û raporan amade dikin. Em van diweşînin. Em armanc dikin ku ev di çapemeniyan de bê weşandin û ji gel re bê ragîhandin. Em der barê vêde dixebitin.
 
*Piştevaniya di navbera rojnamegerên jin de tê avakirin, girîngiya wê çi ye?
 
Em niha di xebatên xwe de li ser sê lingan disekinin:Rehberî, bi parastinê ji bo rojnamegerên jin û LGBTÎ mezin bûn. Rojnamegerên jin di bin stresê de dixebitin. Hedefa me ev e em vê pirsgirêkê çareser bikin.