'Ji nexweşê herî giran re jî rapora dikare girtî bimîne tê dayîn'

  • 09:01 10 Çile 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Li girtîgehan êrîş û binpêkirina li dijî girtiyên siyasî roj bi roj zêde dibe. Têkîldarî zext û êrîşên li ser girtiyan parezer Sevda Aydin axivî. 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê li dijî girtiyên siyasî polîtîkayên tunehesibandin,zext, êrîş û astengî her ku diçe zêde dibin. Li girtîgehan binpêkirina mafan her sal xwe dubare dike û girtiyên siyasî di nav şert û mercên herî giran de dijîn. Li hemberî van êrîşên rêveberiyên girtîgehan ên li ser girtiyan  ji aliyê rayedaran dewletê  ve tu gavên girîng navêjin.  Li girtîgehan zêdebûna binpêkirina mafên mirovan  ji aliyê parazvanên mafên mirovan ve  wekî yek sedem  polîtîkayên îktîdara heyî tên nîşandan. Der barê binpêkirina mafên girtiyên siyasî parezera  Komeleya Hiqûqnasên  Azad (OHD) Sevda Aydin axivî.  Sevdayê diyar kir ku di kîjan demê de pêvajo dijwar bibe, dewlet destpêkê êrîşên xwe li ser girtîgehan dide destpêkirin û got ku pêwîste herkes  dengê girtiyan bibihîze û bide bihîstin. 
 
‘Malbat ji bo ku bi lêgerîna tazî re rûbirû nemînin naçin hevdîtinan’
 
Sevdayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî pêvajoya grevên birçîbûnê kir û bi lêv kir ku piştî grevên birçîbûnê êrîşa li ser girtiyan zêde bû û wiha axivî;” Dema ku polîtîkayên îktîdaran têk diçin destpêkê êrîşî girtîgehan dikin. Em di hemû pêvajoyan de rastî vê tên. Dema ku em li girtîgehên herêmê dinêrîn  bi taybetî piştî grevên birçîbûnê êrîşên li dijî girtiyan zêde bûn û ev zext gihiştin asta herî jor. Niha li girtîgeha Wanê  tîpa F yê lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin.  Lêgerêna tazî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Bi van lêgerînan armanc ew e  ku vîn û rûmata girtiyan bişkînin. Erê di mevzuatê de lêgerîna tazî heye. Lê ji ber ku sînorek wê tune ye, pêk anîna wê jî ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve bi keyfî pêk tê. Girtîgeh bi awayeke keyfî van pêkanînan hem li hemberî girtiyan û hem jî li hember malbatên girtiyan pêk tîne. Gelek malbat ji bo ku bi lêgerîna tazî rû bi rû nemînin naçin hevdîtinan.”
 
‘Jiyana taybet tê binpêkirin û qadên tundiyê tên vekirin’
 
Sevdayê anî ziman ku rêveberiyên girtîgehan bi vê nêzîkatiyê qadên tundiyê vedike û ev nirxandin kir;” Li girtîgeha Wanê tîpa T’yê pirtûkên girtiyan tên desteserkirin. T fermiyata wê tune ye lê bi vê pêkanînê  sînorên pirtûkan ji girtiyan re anî ne. Mînak ji her yek kesî re yan sê yan jî pênc pirtûk didin. Lê belê di mevzuatê de tiştek wisa tune ye. Niha li tîpa T’yê hemû pirtûkên girtiyan hatine desteserkirin û bi hinceta hejmartinê girtî bi mehanin nikarin xwe bigihîjin pirtûkan. Ji xeynî vê dîsa piştî grevên birçîbûnê helwesteke bi keyfî kete meriyetê. Bi keyfî lêpirsînên disîplînê didin destpêkirin û bi hincetên biçûk cezayên disîplînê ji girtiyan tên birin. Di nav van cezayan de cezayên herî zêde cezayê hucre, bi malbatan re qedexekirina hevdîtinan û hevdîtinên telefonanin. Ji xeynî vê bi awayeke keyfî her tim li ser kawişan serdegirtinê pêk tînin. Hem jiyana taybet tê binpêkirin û hem ji bi vê helwestê qadên tundiyê tên vekirin.” 
 
‘Ji girtiyên herî giran re jî ji aliyê ATK ve rapora ‘Dikare di bin şert û mercên girtîgehê de bimîne’ tê dayîn’
 
Bi domdarî Sevdayê anî ziman ku girtiyên ku nikarin li girtîgehan de bimînin ji aliyê ATK’ê ve raporên dikare bimîne girtîgehê tên dayîn û wiha pê de çû:” Li girtîgehan de hejmara girtiyên ku nikarin girtîgehan de bimînin pir zêde ye. Lê bi tu awayî infaza wan nayê sekinandin û ji xeynî wê pêwîste ji aliyê heyeteke xweser ev kes bên muane kirin. Lê mixabin raporên ku ji aliyê  ATK’ê ve tên amadekirin ji girtiyên herî ku rewşa wan giran re dibêje ‘Dikare di bin şert û mercên girtîgehê de bimîne’ tên dayîn.  Dema ku ku ATK rapora’Nikare li girtîgehê de bimîne’ dide jî vê carê jî helwesteke bi keyfî dikeve dewre yê.”
 
 
‘Di lêgeran de tevlîbûna personelên mêr jinên girtî bi tundiya derûnî re rû bi rû dihêle’
 
Sevdayê bal kişand ser jinên girtî û da zanîn ku di  lêgera li dijî  jinên girtî de personelên mêr ji tevlî dibin. Sevdayê got ku ev nêzîkatiye bi xwe re pêşiya tundiya dêrûnî vedike û wiha got:” Jin jî be, mêr jî be ferq nake girtîgeh girtîgehe. Hûn wisa difikirin. Lê bi teqes ne wisa ye. Her çiqas ji derve li dijî jinan cudahiyek hebe, li girtîgehan de mirov dikare vê cudahiyê bibîne. Li Tirkiyeyê gelek kêm girtîgehên jinan hene. Erê raste em li dijî avakirina girtîgehanîn. Lê gelek jinên girtî di girtîgehên mêran de dimînin. Ev ji bi xwe re pirsgirîka tîne. Ger ku em mînak bidîn, di lêgerên jinan de ji ber ku hejmara jinên personel kême mêrên personel jî tevlî van lêgara dibin. Ev ji jinan bi tundiya derûnî re rû bi rû dihêle. Bi vê helwestê hem qadên jinên girtî teng dikin û hem jî jin bi tundiya mêrê desthilatdar re rû bi rû dimîne. Mînak li Wanê jineke girtî sirgûnî girtîgeha Bakirkoyê kirin personelê ku tevlî bû mêr bû. Pêdiviyên jinên girtî mêrên personel nikarin pêk binin. Ji ber wê ji neyîniyên girtîgehê herî zêde li ser jinên girtî bandor dike. Kesên ku ji azadiya wan ji destê wan hatiye hildan, rêz girtina li hemberî wan wekî her mafeke mirovahiyê mafê wane ji û di vê çarçoveyê de pêwîste nêz bibin.” 
 
‘Pêwîste em dengê girtiyan bihîzîn û bidin bihîstin’
 
Herî dawî jî Sevda Aydin bang li herkesî kir ku dengê girtiyan bibihîzin û bidin bihîstin û ev tişt anî ziman:” Pêwîste ku em li hemberî van pirsgirîkan çareseriyê biafirinîn. Li vir peyvireke mezin dikeve ser milên hiquqnasan,parazvanên mafên mirovan û malbatên girtiyan. Ji ber ku pirsgirîkên ku li girtîgehan tên jiyankirin tu carî pirsgirîkên rojane nebûn. Ev pirsgirîk pirsgirîkên dîrokî ne. Ji berê de heta niha van pirsgirîkan zindîbûna xwe her tim parastine û heta roja me ya îro ji diparêze. Destpêkê de divê em dengê wan bibihîzîn û bidin bihîstîn. Ji ber wê jî berpirsyarike mezin dikeve ser parezer û malbatan. Divê li her deran û her wextan em vê pirsgirîkê vi tevgerên civakî bidîn çareserkirin. Malbat li ser saziyên OHD,ÎHD,TİHV û TUHAY-DER dikarin xwe bigihîjin me.”