Li Helebê sê jinên siyasetmedar hatin bîranîn

  • 08:34 10 Çile 2020
  • Rojane
HELEB - Kongreya Star a  Bajarê Helebê bi boneya 7'emîn salvegera hersê jinên têkoşer ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan meşek girseyî  li dar xist.
 
Kongreya Star ji bo bîranîna 7'emîn salvegera  hersê jinên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan(Rojbîn) û Leyla Şaylemez(Ronahî) meşek girseyî bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Sarayan em ê tecirîdê li ser Rêber Apo bişkînin û dagirkeriyê têk bibin" bi sedan jin û mêr tevlî meşê bûn. Meş ji pêşiya jêrzemîna yasîn heta çerxa şehîd Serbest dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her sê jinên têkoşer, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Em hemû Sara û Rêhevalên wê ne", "Sakîne sembola jina azad e " hatibû hildan.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, li ser navê Rêveberiya Kongreya Star Şervîn Delîl axivî û sê jinên siyasetmedar bi bîr anî û teqez kir ku ew ê xeta têkoşeran bişopînin û bi rihê Sakîneyan berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin.
 
Meş bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.