Li Wanê 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn
- 15:24 9 Çile 2020
- Rojane
WAN - Di salvegera komkujiya Parîsê de li Wanê 3 jinên siyasetmender ên kurd hatin bîranîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta salvegera komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de ku pêk hat û 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encamê de hatin qetilkirin li avahiya HDP’ê bi merasîmekê bi bîr anîn Aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aşitiyê, rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyan tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku jiyana her sê jinên siyasetmender vedibêje hat temaşekirin.
Bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.