Mexmuriyan Komkojiya Parîs’ê şermezar kirin

  • 15:18 9 Çile 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Şêniyên Wargeha penaberan a Mexmûrê her sê jinên şoreşger û leheng bi bîr anîn.
 
Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ji aliyê meclisa Îştar ve li saziya malbatên Şehidan her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî)  ku li paytexta Firansa Parîsê ji aliyê mîta  tirk ve di 9’ê Çile 2013’an de hatin qetil kirin bi daxuyaniyekê hatin bîranîn.  Beriya daxuyanî dest pê bike deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê kordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hat xwendin. 
 
' Di temenê xwe  yê biçuk de tevgera azadiyê naskir’
 
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: ”Di diroka Gelê Kurd de bi sedan leheng û jinên şoreşger derketin ser ruyê vê cihanê. Ji van jinên şoreşger yên weke Zarifeyan, Leyla Qasiman, Sarayan, Rojbinan, Fidanan, Sêvêyan, Fatmayan, Pakizeyan, Hevrinan, û dayê Eqideyan e. Van jinên şoreşger dirok bi berxwedan û sekna xwe dan nivisandin. Lê heval Sakine Cansiz  di pêşengtiya  diroka gelê kurd de xwedî sekin misyonek cuda ye. Di wan demên kû dewleta faşîst di got  Gelê  Kurd tune ye, nema dengê wan derdikeve heval Sakine û rê hevalên xwe di wan deman de  derketin pêş û gotin va ye em hene."
 
'Komkujî li hember azadiya jinê ye'
 
Di Daxuyanî de hat diyarkirin ku ew komkojî li hemberî tevgera jinê ye û wiha berdewam kir: ” Ev Komkujî li hemberî azadiya jinê ya ku ruhê rasti û cewherê tevgera azadiya jinê ifade dike hatiye kirin. Ev komkujî di pêvajoya çareseriya  Demokratik  û di kesayeta Rêberê me de, li diji vîn û îradeya jinên kurd e.Tevi Heft sal di ser komkojiyê re derbaz bune jî hina  tekoşîna ji bo pêkhatina edaletê dewam dike û kujer nehatine aşkerakirin.  Lê bila her kes baş bizanibke ku wê ji kujeran hesap bê pirsîn.”
 
'Em hemû jinên têkoşer bi bîr tînin'
 
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bu: “Em wek gelê kurd dizanin ev bi salan e, qirkirina li ser gelê me berdewam dike.  Dayik, zarok, bav û kalan ji ser axa wan didin koçberkirin. Lê dewletên ku qaşo maf û huquqan di parêzin çav û guhê xwe girtine û bêdeng in. Bila bizanin ku bi bêdengiya xwe dibin hevkarên komkujiyan. Bila hêzên  metînger bizanibin em ê wek jin xwedî li mirateya berxwedana jinê derdikevin û heta dawîyê em ê tekoşîn û rêxistinbuyina xwe mezintir bikin. Weke şêniyên wargeha şehid Rustem Cudi em hemu jinên tekoşer yên di oxira azadîya jinê de hatine qetilkirin di kesayeta her sê jinan de bi bîr tînin û em ê tekoşîna azadîya jinê  bilindtir bikin.”
 
Daxuyanî bi duruşmên:  "Biji Serok Apo", "Biji Berxwedana Jina Kurd", "Şehid Namirin" bi dawî bu.