Meral Daniş: Em ê di kesayeta wan de têkoşînê mezin bikin

  • 14:47 9 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Li Amedê bi boneya salvegera qetilkirina 6 jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û 3 jinên ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin Sêvê Demîr Fatma Uyar û Pakîze Nayir di pêşengiya TJA'yê û Meclisa JInan a HDP'ê de çalekya bîranînê hat lidarxistin û jinan diyar kir ku dê di kesayeta wan de têkoşînê mezin bikin.   
 
Tevgerea Jinên Azad (TJA)  bi boneya 7’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileyê de pêk hat û 4’emîn salvegera sê sîyasetmendarên jin ên Kurd ku di 4’ê Çileyê de li Silopiya Şirnexê hatin qetilkirin, çalekiya bibîranînê li darxist. Bîranîn li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Rêzana Amedê pêk hat. Parlementerên HDP  Semra Guzel, Dersîm Dag, Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş, Musa Faris Ogulları, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê,Hevserokên HDP’ê ên bajêr yên HDP'ê, Dayikên Aşitiyê , Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER), TUAY-DER û gelek kes tevlî merasîma bibîranînê bûn. Li salona bîranînê wêneyên 6 sîyasetmendarên jin ên Kurd hatin daliqandin û li dora wêneyan find hatin pêxistin û qurnefîl hatin bicihkirin .
 
‘Destê tirkiyê jî di komkujiyê de heye’
 
Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş di bîranînê de axivî û got divê ev suîkast û qetlîam weke her carê lê neyê temaşekirin. Meral wiha berdewam kir; “Di sala 2013’an de cara yekem bi birêz Ocalan re hevdîtin pêkhat û gava yekemin ji bo pêvejoya çareseriyê hat avêtin. Piştî vê yeke çend rojan qetlîama Parîsê pêk hat. Serokkomarê Tirkiye di nav de wezîrên tirkiyeyê tev anîn ziman ku ev qetlîam bi armanca xirakirina pêvajoya çareseriyê ye. Birêz Ocalan ev qetlîam weke qetlîama Dersimê nirxand û got divê rastiya wê were ronîkirin. Di pêvajoya dadgehê de eşkera bû ku destê Tirkiyeyê jî di nava vê komployê de hebûye. Me di wê de mê de jî got Omer Guney weke kesek nexweş bi zanabûn ji bo qetlîamê hat hilbijartin. Kesên ku dixwestin pêvajoya çareseriyê ji holê rabikin qetlîam pêkanîn. Em ê jî di kesayeta van şehîdan de têkoşînê mezin bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê sînevîzyona ku jiyana 6 jinan vegot hat temaşekirin.  Bi dawîbuna sînevîzyonê re girseyê di kesayeta 6 jinan de serdana goristana Yenî köye kirin û qurnefîl danîn ser gora şehîdên di riya têkoşîna demokrasiyê de canê xwe dane. Hülya Alukmen li Goristanê axivî û got em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn û wiha berdewam kir; “Bîranîna wan rumeta me ye û em ê tim wan bi bîr bînin.”
 
Çalekî piştî serdana goristanê bi dirûşman bi dawî bû.