MJC'ê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Têkoşîna me wê bidome

  • 13:46 9 Çile 2020
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN : MJC'ê 3 jinên siyasetmedar ên kurd ku li Parîsê hatin hatin qetilkiirn bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û got ku wekî her salê ew ê vê salê jî li dijî qierkirina jinan têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Meşa Jinan a Cîhanê (MJC), 3 siyasetmedarên kurd ên jin ku li Payitextê Firansa Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand bi bîr anîn. MJC'ê di daxuyaniya xwe de qetilkirina jinan şermezar kir û wiha got: "Kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, hîna nehatine darizandin. Em wekî Meşa Jinan a Cîhanê her 9'ê Çileyê dizanin ku li cîhanê di 9'ê Çileyê de ev jin hatine qetilkirin. Jin ji ber ku doza mafê xwe dikin û li ber xwe didin tên qetilkirin. Jinên li Parîsê hatin qetilkirin tenê ne ji ber têkoşîna xwe ji ber jinbûna xwe hatin qetilkirin.