Li Îranê otobus qulipî: 19 kes mirin
- 11:43 9 Çile 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Otobûsa rêwiyan a ji Îranê diçû Gunbedê qulipî. Di qezayê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kes ji birîdarn bûn.
Di saet 02.30'an de li parêzgeha Mazenderan a li nêzî Duab otobûsa rêwiyan ji rê derket û qulipî. Hîn nayê zanin ji ber çi sedemê şofêr kontrola otobûsê ji dest daye. Otobûs ji paytexta Îranê Tehranê diçû bajarê Gunbedê.
Di qezayê de 19 kes mirin û 24 kes ji birîndar bûn. Di nav kesên mirin de 8 jin hene. Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku derbarê qezayê de lêkolîn didomin.