Şêniyên Pertekê li dijî êrîşa zayendî daketin qadan

  • 10:59 9 Çile 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Li dijî êrîşa zayendî ya li gelek zarokan şêniyên pertekê daketin qan bû bertek nîşan dan. Şêniyan xwest ku sûcdar bi cezayê giran bên cezakirin. 
 
Duh li Perteka Dêrsimê hat aşkerakirin ku mêrê bi navê Harun Yildirim, li dijî gelek zarokan êrîşa zayendî pêk aniye û ev êrîşên xwe jî qeyd kirine.  Li ser giliyê ku hat kirin Harun Yildirim ê gûmanbar hat binçavkirin û piştî derxistin dadgehê hat girtin û şandin girtîgehê. Herwiha hat diyarkirin ku du kesên din bi heman sûcdariyê hatine binçavkirin. 
 
Ji bo zarokên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû man bi sedan kes li ber Şaredariya Pertekê kom bûn û bertek nîşanî êrîşkaran dan. Jinan bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Em naxwazin cezayê darvekirinê bê  û dixwazin ku cezayê sucdaran ji helwesta wan vegerîne bên dayîn. Em naxwazin piştî 3 mehan sucdar bên erdan û li derve bigerin.  Divê dewelet zarokên me biparêze. Em nema zanin em zarokên xwe ji kê biparêzin."
 
'Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan nayê efûkirin'
 
Piştre Seroka şaxa Egtîm Senê Eylem Eslek, diyar kir ku ev êrîş ne ya ewil û wê nebe ya dawîn û wiha berdewam kir: " Divê em zarokên xwe biparêzin. Mixabin qanûn li kesên êrîşê pêk tînin xwedî dertên.  Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan nayê efûkirin."
 
Piştî axaftinan bi sedan kesên daketin kolanan meş li dar xistin.