'Bi yekitiya neteweyî em dikarin êrîşên li ser kurdan vala derxînin'

  • 10:34 9 Çile 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Jinên kurd diyar kirin ku ew dikarin bi yekitiya neteweyî êrîşên li ser kurdan vala derxînin û bang li jinan kirin ku ji bo tifaqê pêşengiyê bikin. 
 
Derbarê yekitiya Gelê Kurd ku di hemû serdeman de rojeva serke ya gel e, tevgerên kurd jî dest bi xebatan kirin. Jin jî vê hewldanê wekî gaveke dîrokî digirin dest. 
 
Îlknur Demîroz diyar kir ew ne endama tu partî û saziyan e, lê wekî jineke kurd ew jî yekitiya Gelê Kurd dixwaze. Îlknur diyar kir ku divê her kes dest ji nakokiyan berde û bi taybetî jî jin û ciwanên kurd divê li xebatên tifaqê xwedî derkevin.  
 
'Divê em destkeftiyên xwe biparêzin'
 
Îlknurê diyar kir ku Gelê Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibe û wiha berdewam kir: "Ez wekî jineke kurd çi ji destên min bê dixwzim bikim. Divê em jî bibin xwedî statûyek û welatê xwe biparêzin. Lê bi pêşketina li parçeyekî ev ne pêkan e û li çar parçeyan divê gel hewldanên ku pêşengên xwe bike tevgerê pêk bîne. Divê em yekitiya xwe ragihînin û biparêzin. Herwiha divê em destkeftiyên xwe jî biparêzin.  Divê em têkoşîna jinên kurd biparêzin û lê xwedî derkevin. Jinên kurd dikarin ji yekitiya neteweyî re pêşengtiyê bikin. Em xwedî vê hêzê ne."
 
'Em dikarin bi yekitiya netweyî êrîşan vala derxînin'
 
Wekîla Serokê HDP'ê ya bajarê Êlihê  Gulcemal Erdînç jî diyar kir ku Gelê Kurd dibin êrîşan de ye û her roj bi sedan kurd tên girtin û binçavkirin. Gulcema wiha got: "Li bakur şaredariyên ku me bi dest xistin qeyûm tayînî wan tê kirin û îradeya gel tune tê hesibandin. Herwiha siyasetmedar tên binçavkirin û girtin. Divê gelê kurd ê Bakur li dijî van êrîşan bêdeng nemîne.  Ger em tiştekî nekin jî li ser vê axê ji ber ku em kurd in em bi êrîşan re rûbirû dimîn. Em dikarin bi yekitiya neteweyî ku pêk bînin xwe ji van hemû neyîniyan rizgar bikin .Ger ku em yekitiya Gelê Kurd pêk bînin em ê van êrîşan hemû vala derzînin."
 
'Divê em sînoran ji holê rakin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Yenîşehira Amedê Remziye Sizici jî got ku ger ew nebin yek wê têk biçin, Şoreşa Rojava Mînak da û wiha got: "Şoreşa Rojava di pêşengiya jinan de hat kirin û niha êrîşî wê şoreşê dikin. Ji ber ku serdest jî dizanin wê kurd dest ji axa xwe bernedin. Ji ber wê jî ji her alî ve êrîşî axa kurdan dikin.  Ji bo ku yekitiya Gelê Kurd asteng bikin çi ji destên wan tê dikin.  Kurdê ku nikarin bigirin bigirin dikujin û yên dikujin jî li cenazeyê wan îşkenceyê dikin.  Axa me di bin dagirkeriyê de ye. Ev sînor me dananîne û em dikarin ji holê rakin. Ger ku yekitiya netweyî pêk bê wê êrîş vala bên derxistin."