Şerê di riya sirgunê de bi dawî nebû: Fîdan û Leyla

  • 09:06 9 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 7 sal berê bi Sakîne Cansiz re hatin qetikirin û îro her sê jin di têkoşîna jinan de dijîn.
 
Li payitexta Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013’an de sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Buroya Enformasyona Kurdistanê ji aliyê MÎT’ê ve hatin qetilkirin. Her sê şoreşgerên jin yên Kurd hedef hatin girtin lê vê jî tu carî pêşî li têkoşîna azadiya Kurd û jinan negirt.
 
Wek Sakîne, Fîdan û Leylayê jî li dijî faşîzm û pergala serdest a mêr têkoşîn dan û mîrateyek mezin li du xwe hiştin.
 
Fîdanek e li ser axa komkujiyê hatibû dinê. Fîdan Dogan 4 sal piştî komkujiya Mereşê di 17’ê Çileyê 1982’an de li gundê Hançiplak ê Elbîstana Mereşê hat dinê. Ji ber zextan, malbata wê dema Fîdan dusalî bû koçî Fransayê dikin. Fîdan û du xwişkên xwe li gund ligel pîra xwe dimînin û heta pola duyem li gund dixwîne. Di 9 saliya xwe de diçe cem malbatê. Li bajarê Strasburg ê Fransayê perwerda xwe didomîne.
 
Fîdan li wir têkoşîna azadiya Kurd nas dike. Diçe Komeleya Çanda Kurd a li wir û tevli xebatên çandî dibe. Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li wê dike û di xebatên ciwanan de cih digire û êdî wekî nasnav navê Rojbîn bi kar tîne.
 
Sê salan di nav tevgerê de dimîne û di 2002’an de li ser navê tevgera jinan Nûneriya KNK’ê ya Parîsê dike.Tevî temenê ciwan berpirsyariyên girîng digire û kedek mezin dide. Di nav salan de di qada dîplomasiyê de xwe pêş dixe û di 2011’an de li Buroya Enformasyona Kurdistan a Parîsê cih dgiire. Lİ vir xebatên xwe dimeşîne.
 
Çîroka surgun û têkoşînekê  ji Licê het Ewropayê
 
Leyla Şaylemez di 1’ê Çileyê 1989’an de li Mersînê tê dinê. Yek ji zarokên malbatekê ya sêyemîn bû. Di esasê de ji Licêya Amedê ye. Malbata wê ji ber zextan koçî Mersînê dike. Leyla demên ewil ên zarokatiya xwe li Mersînê derbas dike û di 8 salî de surgun berdewam dike û heta Ewropayê dirêj dibe.
 
Leyla û malbata xwe li bajarê Halle yê eyaleta Saksonya-Anhalt a Elmanyayê bi cih dibin. Di şert û mercên zehmet de têkoşînê didin. Malbat ligel perwerda Elman zarokên xwe dibin komeleyên Kurd. Leyla di nava komên folklorê de cih digire. Di 2008’an de tevlî xebatên ciwanan dibe û du salan xebatan dimeşîne. Di 2010’an de tevlî PKK’ê dibe û piştre vedigere Ewopayê û li wir xebatan dimeşîne. Leyla wek du hevalên xwe Sakîne û Fîdanê di 9’ê Çile de li Parîsê hat qetilkirin.