'Hebûna me bi hebûna Rêberê me mîsoger dibe'

  • 09:02 9 Çile 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jinên Helebê  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin:"Em ê li hember tecrîdê têkoşîn bikin heta ku em Serok Apo azad bikin. Divê bi şev û roj em xabat bikin."
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin bi miwekilê xwe re pêk anîbûn. Piştî wê tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Têkîldarê mijarê jinên Helebê nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Em xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin'
 
Sîham Mistefa li ser tecrîdê wiha axivî: "Em tecrîda li ser Rêber Apo ku ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin şermezar dikin. Rêber Apo gelek girîngî daye azadiya jinê. Divê em jî xwediyê keda Rêber Apo derkevin û xwe di her alî de perwerde û zane bikin. Ji bo ku em azadiya Rêber Apo mîsoger bikin, divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Em bang li hemû saziyên mirovahî dikin da ku çavên xwe vekin, bêdengiya xwe bi dawî bikin. Hebûna me bi hebûna Rêber Apo re mîsoger dibe."
 
'Azadiya Rêber Apo, azadiya jinê ye'
 
Şîraz Silêman jî bal kişand ser girankirina tecrîdê û wiha pê de çû: "Piştî peyama Rêber Apo, ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn,  dewleta tirk her ku çû tecrîd li ser Rêber Apo girantir kir. Rêber Apo ji bo jinan riya azadiyê nîşan da, ji bo wê pêwist e em xwediyê ked û deskeftiyên ku me bi dest xistiye derkevin. Rêber Apo ji bo gel jî wekhevî û hevbeşiya pêkanîna edaleta gelan esas girt, ev jî li gor berjewendiyên dewleta tirk nayê roj bi roj tecrîd girantir dikin. Em ê heta dawiyê têkoşîn bikin, tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin, ji ber azadiya Rêber Apo, azadiya jinê ye. "