Sakîne, Fîdan û Leyla bûn sembola jinên cîhanê

  • 09:01 9 Çile 2020
  • Rojane
Dîcle Demhat
 
KOBANÊ - Endema Reveberîya Tevgera Civaka Demokratîk Hebûn Êto di derbarê komkujiya 9’ê Çileyê 2013'an de ku li Parîsê li dijî sê jinên pêşengên tevgera Kurd hatibû kirin wiha got: "Qetilkirina hersê jinên pêşeng yek ji lingê komploya navneteweyî ye."   
 
Di 9’ê Çileyê 2013'an de li paytexta Fransayê ya bi navê Parîsê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez di encama êrîşa çekdarî ya endamê îstixbarata tirk de hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz di sala 1958’de li bajarê Dersîmê çavên xwe li jiyanê vedike. Sakîne di temenê xwe yê zaroktî de dikeve ferqa jiyanê û li dijî bê edaletî û niheqiyan radibe û di be xwedî sekinek wêrekî. Di salên xwendinê de tevgera azadiyê nas dike, ji bo dîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diçe Enqereyê û li wir beşdarî nava tevgera azadiya kurd dibe. Her wiha di sala 1978’an de cihê xwe di damezrandina PKK’ê de digire. Di dema derbeya 12’ê Îlona 1980’an  de bi hevalên xwe re tê girtin û mişextî girtîgeha Amedê tîpa E tê kirin. Sakîne di sala 1991'an de ji girtîgeha Amedê tê berdan û derbasî Bekkayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibe. Di sala 1995'an de ji bo damezrandina artêşa jinê YAJK’ê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di sala 2007'an de Sakîne Cansiz derbasî Ewropayê dibe.
 
Hersê jinên têkoşer ji jinên cîhanê re bûn îlhama serkeftinê
 
Ji pêşeng û siyasetmedarên jin Fîdan Dogan di sala 1982’yan de li Bakurê Kurdistanê li bajarê Elbîstanê çavên xwe ji jiyanê vedike. Ji ber zextên dewleta tirk Fîdan tevlî malbata xwe neçar dibin ku koçî Fransayê bibin û li wir jiyana xwe bidomînin. Di sala 1999'an de beşdarî nava xebatên tevgera kurd dibe û li wir xebatên ciwanan dide meşandin. Di 2002’an de dest bi xebatên dîplomasî yên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dike. Leyla Şaylemez li Licêya Amedê çavên xwe li jiyanê vedike. Leyla jî weke Fîdanê ji ber zextên dewleta tirk tevlî malbata xwe koçberî Ewropayê dibin. Leyla di 2009'an de beşdarî xebatên ciwanan dibe û bi awayekî çalak kar û xebatan dide meşandin. Leyla dibe yek ji jinên çalak ên pêşengên ciwanan.  
 
Di derbarê qetilkirina sê jinên têkoşer, siyasetmedar û şoreşger de Endema Reveberîya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hebûn Êto ji ajansa me re axivî.  
 
Hebûnê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta Sakîne Cansiz û wiha pê de çû: "Ez di kesayeta hersê jinên pêşeng de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim. Weke ku rêheval Sakîne jî xwe tîne ziman û dibêje: "Jiyana min her şer bû" bi rastî jî ev peyv kesayeta rêhevala Sakîne pênase dike. Ji ber em ji wê fêrî têkoşîn, şer, parastin û berxwedanê bûn. Heval Sakîne û her du hevalên xwe ji bo hemû jinên cîhanê bûn îlhama serketin û têkoşînên bêrawestan. Di destpêka damezirandina PKK’ê de derfet kêm bûn. Em dikarin bêjin ku wan di nava tunebûnê de hebûn dane avakirin. Li kêleka zextên dewletê bê guman zextên civaka feodalî jî li jinê pir in. Her çendî zor û zehmetî hebin jî Sakîne bê navber li dijî hemû hişmendiyên mêr-dewletê têkoşînê dike. Ew ne tenê yek ji damezrênera PKK’ê ye. Ew di heman demê de yek ji damezrênerê artêşa jinê ye. Sakîne çawa li derve di nava berxwedan û têkoşînê deye, di girtîgehê de jî bi rihê xwe yê berxwedêr û serhildêr ji hevalên xwe re dibe pêşeng û vîna wan li dijî zilma dojeha girtîgehê digihîne lûtkeya serketinê."
 
'Komkujiya Parîsê, hedefgirtina vîna jinan bû'
 
Hebûnê di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser armanca komkujiyê û wiha doman: "Bi salane ku jin li dijî hişmendiya mêr-dewletê bê navber li ber xwe didin û dibin xwedî serketinên manîdar. Bê guman komkujiya parîsê û hedefgirtina sê jinên siyasetmedar ne tiştekî ji rêzê ye. Weke ku em dizanin di her demekê de jinên siyasetmedar bi taybetî jî, jinên ku nakevin bin xizimeta hişmediya baviksalarî de dibin hedefa çekên netew-dewletan. Hersê hevalên me yên jin ku li Parîsê bi destê îstixbarata tirk hatin qetilkirin, jinên pêşeng bûn û di her qada jiyanê de xwedî seknek azad û wêrek bûn. Yek ji armanca komkujiyê jî bê guman rêheval Sakîne bû. Ji ber Sakîne yek ji damezrênera tevgera kurd e û di heman demê de kesa ku li dijî îşkence û zilmê di girtîgeha Amedê de serî netewandiye û tu caran navber nedaye têkoşîna xwe ya li dijî dagirkerî, zihniyeta baviksalarî."
 
'Ew ji bo me bûn sembola serketinê' 
 
Hebûnê rave kir ku piştî komkujiya Parîsê bi deh hezaran jinan berê xwe dan qadên têkoşînê û xwedî li mîrasa sê jinên pêşeng derketin û wiha dewam kir: "Em jin weke teyrê Anka ne. Çiqas werin kuştin jî lê dîsa ji xweliya xwe ji nû ve şîn dibin. Piştî qetilkirina hersê hevalên me bi deh hezaran jin beşdarî nava refên têkoşînê bûn. Ger hêzên desthilatdar dihizirin bi kuştinê wê Sakîne, Fîdanan û Leylayan tune bikin, wê demê ew xwe dixapînin. Ger yek ji me were kuştin li şûna me bi hezaran jinên din berê xwe didin qadên jiyanê û tola hevalên xwe yên jin hiltînin. Çawa Sakîne di jiyanê de ji bo me mamoste, fermandar û îlhama têkoşnê bû, ji niha û pê de jî wê ji bo me hêza serketin û xurtkirina têkoşînê be." 
 
'Em ê bi wêrekiya sê jinên şoreşger bigihêjin serkeftinê'
 
Hebûnê di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser xurtkirina tevgerên jinan û kesayetên jinên siyasetmedar ên Bakur û Rojhilatê Surîyeyê û wiha got: "Ev bu 9 sal ku bê navber jin xwedî li têkoşîna Sakîneyan derdikevin. Wê ji niha û pê de jî têkoşîna me jinan bê navber bidome. Ger îro li Bakur û Rohilatê Surîyeyê jinên weke heval Hevrîn Xelef hene û bê tirs berê xwe didin qadên siyasetê bê guman encama keda kesên weke Sakîne, Fîdan û Leylayan e. Her wiha di encama keda wan de em îro li van herêman xwedî artêşên jin a YPJ'ê ne. Em bi ked û berxwedana wan gihaştin van rojan û em ê bi wêrekiya wan jî bigihêjin serkeftinê."