ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2020'AN

  • 09:00 9 Çile 2020
  • Rojev
* Endema Reveberîya Tevgera Civaka Demokratîk Hebûn Êto di derbarê komkujiya 9’ê Çileyê 2013'an de ku li Parîsê li dijî sê jinên pêşengên tevgera Kurd hatibû kirin wiha got: "Qetilkirina hersê jinên pêşeng yek ji lingê komploya navneteweyî "DÎMEN HEYE 
 
*Jinên Helebê  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin:"Em ê li hember tecrîdê têkoşîn bikin heta ku em Serok Apo azad bikin. Divê bi şev û roj em xabat bikin." DÎMEN HEYE 
 
*Evîn Dundar li dijî bişaftinê bi sala ne dirûna cil û bergên kurdawarî dike. Evîn naxweze modelên berê biguherîne û got: "Em dixwazin bi dirûna cil û bergan çanda xwe biparêzin." BI DÎMEN
 
*Jinên Kizwanan derbarê dewriyeyên Rûsan de anîn ziman ku hêzên Rûsya yên ku dadikevin nava civakê hewldanê wan  derxistina tevlehevî û xapandinê heye û li hember wê jî gel bersiva xwe dide.  BI DÎMEN
 
*Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 7 sal berê bi Sakîne Cansiz re hatin qetikirin û îro her sê jin di têkoşîna jinan de dijîn.
 
*Jinên Mêrdînê diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe û gotin wê li dijî polîtîkayên çewisandinê yên desthilatdariyê her tim li qadan bin. BI DÎMEN
 
*Hevseroka Şaxa Tum-Bel Sen a Amedê Yasemîn Noyan diyar kir ku endamên wan rastî tehîda ‘divê hun sendîkayê biguherin’ hatine û got: “Rêbaza terbiyekirina bi birçîbûnê, mirov ji karê wan kirin û nedîtina kedê ji 2016’an heta niha didome. Gelek hevalên me bi awayekî dijhiqûqî ji kar hatin avêtin. Em vê qebûl nakin.” BI DÎMEN
 
*Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci bal kişand ser giştînameya ku wezareta dadê û Wezareta Karên Hundir der barê pêşîgirtina li şîdeta li ser jinê weşandine û got ev pêşî li kuştinên jinan nagire û wiha berdewam kir: “Berovajî vê ‘qanûna efûya êrîşa zarokan’ tînin rojevê û pêşî li berdewama şîdetê vedikin.”
 
*Li Nisêbînê di qedexeya derketina derve de, Dîlan Aslan hatibû binçavkirin û girtin û piştre ji doza bi sûcdariya ‘zirar daye malê cemaweriyê’ hat darizandin û ji dozê berat kir. Lê Xezîneya Aboriyê ya Mêrdînê got ‘Biryara hatiye dayîn bûye sedema mexduriyeta îdareyê’ û îtîrazê biryara beratê kir. BI DÎMEN
 
5 mîlyon welatiyên ku ji ber deynên prîmê xwe nedane wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin. Jinan diyar kir ku mafê tenduristiyê mafê sereke ye û gotin: “Ev dewleteke çawa ye gelo? Ji xizmeta tenduristiyê ya ku me nedîtiye deyn ji me re derxistine.” BI DÎMEN
 
Helbestkar Songul Altinkaya ku helbesta xwe ya yekem di 11 salî de nivîsiye, niha bi pirtûka xwe ya sêyem derdikeve pêşberî xwendevanan. BI DÎMEN