Sê jinên siyasetmedar li Çiyayê Kizwanan hatin bîranîn

  • 15:34 8 Çile 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Kongreya Star semînerek ji jinên Çiyayê Kizwanan re li dar xist. 
 
Di çarçoveya bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê, ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatin qetilkirin, Kongreya Star dest bi lidarxistina semîner û civînan li ser jiyana her sê jinên şoreşger, kiriye. 
 
Îro Kongreya Star bi tevlîbûna endam, rêveberiyên sazî û meclisên civaka sivîl, li beldeya Xerayê ya girêdayî Çiyayê Kizwanan, li hola civînan a Meclisa beldeya Xerayê re civiyan û semînerek li dar xist.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a li ser giyanê pekrewanên azadiyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Xedîcê Asim jiyana her sê jinên şoreşger ji jinan re rave kir û wiha dom kir: "Jinên ku di dîrokê de bingeha berxwedanê ava kirin û ji bo azadiya jin û civakê têkoşiyan û şehîd bûn, niha bi awayekî zindî tê xuyakirin. Ş.Sakîne pêşeng,rêbera azadiya jin û civakê ye, tolhildana wan xurtkirina rêxistina jinê ya di nava civakê de ye. Rêxistina jinên Ereb ên li çiyayê Kizwanan ku bi salan e li dijî hişmendiya mêr û DAIŞ'ê têkoşiyan yek ji berhem û têkoşîna Ş.Sakîne ye."
 
Xedîcayê got ku pêwîst e ji hemû deman zêdetir îro jin xwedî li mîrasê şehîd Sara derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e jin li tevahî gerdûnê xwedî li mîrasê şehîd Sara derkevin, zend û bendên koletiyê û adetên civakî ku azadiya jinê dorpêç dike were şikandin û ber bi guhertin û veguhertineke bingehîn ve biçin."
 
Semîner bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.