Li Amedê zarokek bi awayê bi gûman birîdar bû

  • 15:33 8 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Hat îdakirin ku zaroka li lîse dixwend ji qatê avahiya dibistanê yê 4'an bi awayê bi gûman ketiye xwarê.
 
Hat îdakirin ku zaroka li Lîseyê dixwend a 14 salî bi awayekî bi gûman ji qatê 4'an ji paceya pola lê ders didît 
 ketiye xwarê. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku zarok bi giranî birîdar bûye. Zaroka ku Rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê hat ragihandin ku xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de hat diyarkirin ku îfadeya mamoste û xwendekarên li dibistanê hatiye girtin.