Her sê jinên şoreşger li Mexmurê hatin bîranin

  • 12:02 8 Çile 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li wargeha Mexmurê her sê jinên şoreşger bi sinevziyonekê li saziya malbatên Şehıdan hatin biranin.
 
Sê jinên şoreşger Sakine Cansiz( Sara), Leyla Şaylemez( Ronahi) û Fidan Doxan(Rojbin) ku li Payitexta Fransa Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de bi awayê hovane hatin qetilkirin li wargeha penaberan a Şehid Rustem Cudî(Mexmur) ji aliyê Meclisa Îştar ve li saziya malbatên Şehidan bi merasîm û sinevziyonekê ku jiyana wan vedigot hatin biranin. 
 
Beriya nişandana sinevziyonê rêz hat girtin û li ser navê meclisa Îştar endama Koordanisuna Meclisa Îştar Nuran Sezgin li ser têkoşîna her sê jinên şoreşger axivî û wiha got: “ Em despêkê li ber binanina her sê jinên şoreşger bejna xwe ditewinin û bi minetdari wan bi bir tin, Di şexsê wan her sê jinên şoreşger de em  her sê jinên şehidê xweseriyê yên li bakurê Kurdistanê Sêvê Demîr Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku şehid ketîn û li Rojava dayê Eqide, heval Hevrin Xelef jî bi birtin.”
 
Di berdewamiya axafitina xwe de Nuran Sezgin wiha behsa şehidên Parisê kir: “Dijminê Gelê Kurd bi kompleya navneteweyî ditin ku nikarin kurdan tune bikin û ji ber we di 9'ê Çileya  2013’ an de li cihê ku wekî peytexta şaristaniya mirovahiyê tê nasin sê jinên şoreşger hatin qetilkirin û bi qetilkirina wan re xwestin Gelê Kurd bê hêvî bi bihêlin. Ji ber ku dijmin baş dizane heval Sara rola pêşengtiyê di nava Gelê Kurd de girtibû ser xwe û ji bo hêza pêşeng a Gelê Kurd tune bikin ev komplo li Parisê li ser sê jinên pêşeng pêk anin.