Ji xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku agahî nayê girtin

  • 10:41 8 Çile 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Ji roja yekşemê de ji xwendekara Zanîngeha Munzurê ya beşa Pêşketina Zarokan Gulîstan Doku agahî nayê girtin.  
 
Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsim Gulîstan Doku (21) ku li beşa Pêşketina Zarokan li pola 2'emîn dixwend ji roja yekşemê de winda ye û agahî jê nayê girtin. Gulîstan herî dawî roja yekşemê piştî ku ji wargeha (yurt) lê dima derket careke din agahî jê nehat girtin. Ji bo dîtina Gulîstan xebat hatin destpêkirin. 
 
Piştî lêgerîna ku hat destpêkirin hat diyarkirin ku 3 kesan îdia kirin ku Gulîstanê li ser Pira Dînarê ku li ser Bendava Uzunçayirê ye dîtine. Ji bo dîtina Gulîstanê li gola bendava mijara gotinê jî lêgerîn hat destpêkirin.