'Sara çirûska ronahiyê di nava tarîtiyê de vêxist'

  • 09:21 8 Çile 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Efrîn teqez kir ku têkoşer Sakîne Cansiz çirûska agir di nava tarîtiyê de vêxist û bû yekemîn jina ku bendên bêdengiyê şikand û got: "Têkoşer Sakîne riya jiyaneke bi wate li pêşiya jinan vekir."
 
Di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsa paytexta Fransayê Têkoşer Sakîne Cansiz li rex herdu rêhevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di komployeke istixbarata Tirkiyeyê de şehîd bûn. Şehadeta Têkoşer Sakîne Cansiz bandoreke mezin li pey xwe hişt.Têkildarî vê mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Efrîn 8’e mîn salvegera Şehadeta Têkoşer Sakîne Cansiz û rê hevalên wê bi bîr anî û got: "Xeta Têkoşer Sakîne û rêhevalên wê di şexsê Avesta, Barîn, dayika Eqîde û Hevrînan de dewam dike."
 
‘Têkoşer Sakîne dîrokek giranbiha bi berxwedan û têkoşînê da afirandin'
 
Zeynebê bi boneya 8’emîn salvegera şehadeta têkoşer Sakîne û rê hevalên wê wiha got: "Têkoşer Sakîne Cansiz xwediya porê sor û rûkeniya xwe û kesayeta xwe ya xurt li bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di sala 1957’an de ji dayîk dibe û taybetmendiya xwe ya berxwedêr û rihê xwe yê şoreşgerî ji Dêrsimê werdigire û di encamê de dîrokeke bi berxwedan da afirandin."
 
'Sara çirûska ronahiyê di nava tarîtiyê de vêxist'
 
Zeynebê di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Têkoşer Sakîne Cansiz çirûska ronahiyê di nava tarîtiyê de vêxist û bû yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê û yek ji endamên jin ên di destpêkê de ku karibû bendên bêdengiyê bişkîne û navê Sara ji xwe re weke navekî tevgerî pejirand û bi îradeya xwe ya xurt ber bi du armancên avakirina jiyan û Kurdistana azad ve çû da ku azadiya jinan pêk bîne."
 
‘Bi biştî jiyana min şer û berxwedan e’
 
Zeynebê bal kişand ser nivîsandina pirtûka berxwedêr Sakîne Cansiz û got: "Berxwedana têkoşer Sakîne Cansiz a di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de û sedema lêhûrbûna wê ya di derbarê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û lêgerîna wê bi kesayeta jina azad hişt ku pirtûkek bi navê "Jiyana min her şer bû" binivîse. Di naveroka vê pirtûkê de rastiya jiyanê û hezkirina Gelê Kurd hatiye şîrovekirin û rastiya xwe weke jineke şoreşger û berxwedêr vedibêje. Pirtûk di sala 2016’an de hate çapkirin û li seranserê Kurdistanê hate belavkirin. Her wiha belgefîlmek di derbarê wê de hate amadekirin.”
 
'Dîwarê zindanê şahidê berxwedana Sara û rêhevalên wê ne'
 
Zeynebê teqez kir ku têkoşer Sakîne Cansiz berxwedan û têkoşîna xwe li gorî rêgeza jiyana wekhev û mafê Gelê Kurd dida meşandin û di encamê de ji aliyê hikûmeta tirk ve rastî gelek astengiyan dihat û wiha dewam kir: "Şêwazên îşkenceya girtiyan bandor li hêza kesayeta têkoşer Sakîne Cansiz nekir û bi pêkanîna armancên xwe ve girêdayî ma. Her wiha zîndana ku tê de hatiye girtin veguherî qadeke din a berxwedanê. Dîwarên zîndanê şahidê berxwedana wê ye ku li dijî xeta xiyanetê daye meşandin. Heta di dema îşkenceyê de tirs û xof kiribû nava dilê dijminan û tu carî neqîriya û teslîmkarî qebûl nekir. Têkoşer Sakîne Cansiz di hema demê de bi greva birçîbûnê ji bo jiyanek azad bedena xwe daye ber mirinê."
 
'Xeta berxwedan û têkoşînê dewam e'
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwede wiha got:”Şehîd Sakîne wêneyekî zindî ya dîroka têkoşîna jinê ye. Ji despêkê ve xwedî biryardayîna têkoşîna li dijî kevneşopiya civakê bû. Rêheval Sakîne,  mîrasek ji jina kurd û jinên cihanê re hiştiye. Xeta rêheval Sakîne di roja me ya îro de di Şexsê Barînan û Hevrînan de dewam dike. Ji ber ku rêheval Sakîne bingeha cesaret, fedekarî û berxwedanê di avakirina PKK’ê de di dilê bi hezaran jinên kurd de da avakirin.”