'Girankirina tecrîdê demdirêjkirina aloziya Sûriyeyê ye'

  • 09:01 8 Çile 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivîn û gotin: "Hemû dewlet dizanin Rêber Apo dikare di hefteyekê de hemû aloziyan çareser bike, ji bo wê ev çareserî ne li gor berjewendiyên dewletan e. "
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2'yê gulanê, 22'ê gulanê, 12'ê hezîranê, 18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019'an li Gireva Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn. Serlêdanên parêzeran piştî 7'ê tebaxê hemû bêbersiv hatin hiştîn. Têkîldarê tecrîda li Îmraliyê jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Girankirina tecrîdê demdirêjkirina aloziya Sûriyê ye'
 
Sultan Şikrî derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:"Her dewletek li Sûriyeyê li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Dewlet dixwazin şerê ku li Sûriyeyê diqewime dirêj bikin. Ji aliyekî jî bi rêya girankirina tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin vê yekê pêk bînin. Dewleta tirk nahêle parêzer bi Rêber Apo re hevdîtin bikin, ji ber ku hemû dewlet dizanin Rêber Apo dikare di hefteyekê de hemû aloziyan çareser bike. Ev çareserî ne li gor berjewendiyên dewletan e ji bo wê tecrîd li ser Rêber Apo didin meşandin. Me fikir û ramana Serok Apo baş nas kiriye û em bi hev re jî rûniştine. Em bi hêvî ne ku careke din  Rêber Apo di nava xwe de bibînin."
 
'Em bi berxwedan û têkoşînê tên nasîn'
 
Zeyneb Hisên jî li ser tecrîdê wiha got: "Rêber Apo ji bo aştî û aramiya gelan têdikoşe, lê dewleta tirk dijberî aşitî û aramiyê ye ji bo wê her dem êrîş dike. Em wek Gelê Kurd xwe li ser felsefeya Rêber Apo perwerde û rêxistin dikin, ji bo wê em bi berxwedan û têkoşînê tên nasîn. Em nahêlin tu êrîş û şer me ji Rêberê me dûr bixîne. Heta em digihêjin armanca xwe em pê serkeftin û  di azadiyê ne." 
 
'Rêber Apo mafê hemû pêkhateyan diparêze'
 
Fatma Ehmed diyar kir ku dewleta tirk di bin sedemên bê watê de tecrîdê giran dike û wiha pê de çû: "Rêber Apo fikra demokrasî û wekheviya gelan diparêze, ji bo wê mafê tevahî pêkhateyan diparêze. Dewleta tirk di bin sedemên bê watê de tecrîdê giran dike. Em bang li tevahî cîhan, rêxistina mavê mirovan dikin ku tecrîda li ser Rêber Apo rakin. Ji bo misogerkirina pêşerojeke serkeftî û aramayiya gelên cîhanê divê tecrîd bi dawî bibe."