ROJEVA 8'Ê ÇILEYÊ 2020'AN

  • 09:00 8 Çile 2020
  • Rojev
*Jinên Efrînê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivîn û gotin: "Hemû dewlet dizanin Rêber Apo dikare di hefteyekê de hemû aloziyan çareser bike, ji bo wê ev çareserî ne li gor berjewendiyên dewletan e. " DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Şêrîn Ehmed a ji Efrînê ye û niha li Kampa serdemê a Şehbayê dijî di derbarê rola xwe ya di berxwedana Serdemê de nirxandin kir û wiha got: "Li Efrînê min mala xwe ji birîndarên şer re vekiribû û bi destên xwe birînên wan derman dikir." DÎMEN HEYE
 
*Perîhan Agaoglu ya di kongreya navendî ya HDP’ê ya Mêrdînê de hevseroka nû hat hilbijartin wiha got: “Em ê bi jinan re têkiliya xwe qut nekin. Ji bo ew di alî aborî, çandî û civakî de pêş bikevin çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê bi hemû jinên ji bawerî û netewên cuda re bên cem hev û têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
*Rahşan Anter 27 sal şûnde piştî qetilkirina bavê xwe Musa Anter, cara ewil diçe otela ku bavê wê lê maye. Rahşan Anter wiha dibêje: “Ewil min nexwest ez bêm, piştre min got; hestên min ên divê ez pê re bêm rû hev hene. Min cara ewil xatir ji bavê xwe xwest…”
DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Şevîn Kaya da zanîn ku ji bo dozên bûye malê rayagiştî ‘biryara veşariyê’ hatiye dayin û bi vê yekê hewil tê dayin ku ji rayagiştî bê veşartin û got: “Hewl didin parêzeran ji derveyê darazê bihêlin. Bi biryara veşariyê, delîl nayên komkirin û xwegîhandina rastiya aboriyê ya di dosyayan de jî zehmet dibe.”
 
*Polîsê bi navê Ercan Uysaler ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve wek midûr hatibû pewyirdarkirin û derket holê ku Ercan Uysaler fuhuş li jinekê ferz kiriye û duyemîn rûniştina doza der barê wî de sibehê wê bê dîtin. Der barê gumanbar de ‘Biryara bi zorê bînin’ heye. Jin der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku wê roja rûniştinê li dadgehê bin.DÎMEN HEYE
 
*Seroka EMEP'ê ya Edeneyê Sevîl Arici, da zanîn ku divê karker li dijî ‘mûçeyê asgarîyê’ ya ku dewletê krîz û betalî kir hincet û derxist holê, têbikoşin û got: “Mûçeyên wezîr, rayedarên hikûmetê bi dehan katî zêde dibe û dipên ku malbat bi mûçeyê asgarîyê debara xwe bikin. Bihêlin bi sînorê birçîbûnê bînin hemheber hev. Ev pere beramberê keda karkeran nake.”DÎMEN HEYE
 
*Nivîskar Sînem Gonca Yilmaz ku nivîskara pirtûka ‘Kalbe Veda’ ye, bal kişand ser girîngiya wêje û xwendinê. Sînemê bi lêv kir ku pirtûk stargeh e û bi taybet divê zarok pirtûkan bixwînin û ji bo vê jî hewldan bê dayîn.DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Efrîn teqez kir ku têkoşer Sakîne Cansiz çirûska agir di nava tarîtiyê de vêxist û bû yekemîn jina ku bendên bêdengiyê şikand û got: "Têkoşer Sakîne riya jiyaneke bi wate li pêşiya jinan vekir."DÎMEN HEYE