Jinên siyasetmedar li Amedê hatin bîranîn

  • 17:19 7 Çile 2020
  • Rojane
AMED -  Jinên siyasetmedar ên li Sîlopî Sêvê Demîr Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin bi merasîmên girseyî li Amedê hatin bîranîn.  
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) têkildarî 3 jinên sîyasetmendar Sêvê Demîr Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku di 4'ê Çileya 2016'an de li Sîlopiya Şirnexê hatin qetilkirin û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku  di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Franseyê Parîsê  hatine qetilkirin daxuyaniya çapemeniyê dan. Rêxistina bajêr a Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Parlementerên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel, Dersîm Dağ , endamên meclîsa şaredariya  Kayapinarê tevlî daxuyaniya ku li avahiya komeleyê hatî dayîn bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Berxwedan Jiyan e” hat vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliye hevseroka Komeleya MEBYA-DER’ê Yuksel Almaz  ve hat xwendin.
 
‘Ew pêşengên serhildana jinê ne’
 
Yüksel anî ziman ku têkoşîna bi rûmet a jinê bi pêşenktiya Sakîne Cansiz dest pê kir û wiha berdewam kir; “Di nava têkoşîna Azadiyê ya kurdan de rol û mîsyona jina kurd bi Sakîne Cansiz re eşkera bu. Hêzên navnetewî ên ku ketineferqa vê yeke  beriya 7 salan li hemberî  3 rêhevalên me ên jin komplo pêk anîn. Di komployê de bi teybet jin kirin hedef li gor me ev ne tesaduf e.  Di komployê de jinên ku ji civaka kurd re pêşengî kirin hedef hatin girtin. Hêzên ku xwestin pêvajoya çareseriyê ji holê rakin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin. Li Rexmê ku ev 7 sale di ser komplyê re derbas bûne jî kujerên komkujiyê nehatine aşkera kirin. Lê em wan baş nas dikin û ji aliyê hêzên navnteweyî ve tên veşartin û parastin.”
 
‘Dîrokê xwe dûbare kir’
 
Yuksel di berdewamiya axaftina xwe de got dîroka vê komkujiya Parîsê xwe li Slopiyê dubare kir got; “Ev hişmendî û êrişa li Parîsê pêkhat li Slopiyê dubare rû da. Di pêvajoya li Silopiyê ya qedexeya derketina derve de 3 jinên din ên siyasetmendar hatin qetilkirin. Weke ku her tim jina kurt hedef dihat girtin di demên dawî de jî di şerê Rojava de Hevrîn Xelef hat qetilkirin. Ev dide nîşankirin ku pergala zayentperest û nîjadperest li dijî jinên têkoşer êrişeke çawa pêk aniye."
 
Yukselê di dirêjiya axaftina xwe de bal kişnad ser êrîşên li dijî jinan ên ku îro di qada siyasetê de pêk tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ji jinên kurd ditirsin,  di her qadê de bê tehmuliyek li hember keda jinê heye. Mînaka vê ya herî berbiçav jî êrişên li ser sîstema hevserokatiyê ne. Hevserokên şaredariyan ji kar durxistin, girtin û darp kirin. Lê em ê li rûxmî hemû êrişan li dijî hişmendiya serdest a mêr xwe bi rêxistin bikin û em ê bi meşaleya azadiyê a ku rêhevalên me dane deste me  di her qadê de têkoşînê mezin bikin.”
 
Li Yenîşehirê jî bîranîn
 
Rêxistina Navçeya Yenîşehîrê a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya xwe ya navçeyê 6 jinên sîyasetmendar bi bîr anîn. Rêxistina navçeyê, TJA, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê, endamên Meclîsa Ciwanan beşdarî bibîranînê bûn. Di bibîranînê de Hevseroka navçeyê ya HDP’ê Remziye Sizci axivî û got di şexsê 6 jinan de hedef hemû jinên kurd bûn. Remzîyeyê wiha berdewam kir; “Qad, cîh û dem ferq nake em ê tim têkoşîna rêhevalên xwe bidin berdewam bikin.”
 
Piştî axaftinê sînevîzyona ku jiyana 6 jinan vedibêje hat guhdarkirin. Piştre merasîm bi dirûşmên “Şehît Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
 
Li licê bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
 
Rêxistina Navçeya Lîceyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bîranîna her 6 jinên siyasetmedar li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokên navçeyê ên Lîceyê yên HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  û jimarek zêde jin tevlî bibîranînê bûn. Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hat gotin ku ew ê di şexsê van jinên têkoşer de şoreşa xwe mezin bikin. Piştî axaftinê sînevîzyona jiyana jinên sîyasetmendar vedigot hat pêşandan.
 
Daxuyanî bi dirûman bi dawî bu.