Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
- 16:32 7 Çile 2020
- Rojane
STENBOL - Parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi muwekilê xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bilmez, serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Nevroz Uysal û Rêzan Sarıca, piştî 8 sal şûnde di 2- 22'ê gulanê, 12 û 18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin kiribûn. Serlêdanên parêzeran piştî 7'ê tebaxê hemû serlêdan bên bersîv tên hiştin.