Kovara Zringê Elîf Kisa xêz kir

  • 13:51 7 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Ziringê Elîf Kisa ya ku du zarokên wê astengdar û nayê tahliyekirin xêz kir.
 
Elîf û Alî Kisa li Gumgumê bi îdaya " piştgirî dane rêxistinê" di 3'yê kanûna 2019'an de hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Zarokên wan Îsmaîl û Ahmet Kisa yên astengdarên nebihîstinê ku pêdiviya wan bi lênêrtinê heye bi tenê mabûn. 
 
Îmam Cîcî yê ku xêzkarê Kovara Ziringê ye, ji bo balê bikişîne ser girtina Elîf Kisa ew xêz kir û bi hashtagiya  “#FreeElifKisaNow”  li ser medya civakî parve kir.