Şêniyên Qamişloyê 5 têkoşerên azadiyê oxir kirin
- 12:58 7 Çile 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Bi sedan şêniyên Qamişloyê bi merasîmekê 5 têkoşerên berxwedana rûmetê li goristana Delîl Saroxan oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Qamişloyê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser 5 têkoşerên azadiyê ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmekê oxir kirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
Piştî ku nasnameyên 5 têkoşeran hatin xwendin, bi tîlîliyên dayikan û bi dirûşma "Şehîd namirin" têkoşerên berxwedana rûmetê spartin axê.