YJK-E banga tevlîbûna meşa 11'ê çileyê kir

  • 12:01 7 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E'yê ji bo meşa 11'ê çileyê ya li Parîsê pêk bê banga tevlîbûnê kir û gotin: "Em bang li jinan dikin ku bi beşdarê li vê meşê bibin û hesab ji kujeran bipirsin."
 
Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser salvegera qetilkirina siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di salvegera 7'an a qetilkirina wan de em her sê jin ên pêşeng bi hezkirin, hurmet û hesreteke mezin bi bîr tînin û kujeran, yên ferman daye şermezar dikin."
 
Daxuyaniya YJK-E'yê wiha dom kir: "Hevrêya me Sakîne Cansiz ji bo me hemûyan temsîla manewiyat, hest, berxwedêrî û hêviyê ye. Jiyana wê ji bo me wê her tim bibe pêşeng. Bi sekna xwe ya li Zindana Amedê wê her tim ji me re bibe meşaleya berxwedanê, bi jiyana xwe ya paqij wê cîhana me ya manewî ronî bike. Rojbîn wê bi enerjiya xwe ya jiyanê ya ji dil bibe rêber, Leyla wê bi coşa xwe ya ciwanan bibe misogeriya serketinê ya têkoşîna azadiyê ya jinê."
 
Di daxiya daxuyaniyê de banga tevlîbûna meşê hat kirin û wiha hat gotin: "Di salvegera qetilkirina her sê şoreşgerên jin em ê di 11'ê çileyê roja şemiyê de li Parîsê bin û careke din hesab ji kujeran bipirsin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku tevlî meşê bibin û ji bo edaletê hesab ji kujeran bipirsin."