Îdareya Girtîgeha Rîzeyê: Telefon xerabe ye

  • 09:26 7 Çile 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Malbatên girtiyên di Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Rîzeyê ev hefteyeke ku agahiyê ji zarokên xwe nagirin. Li ser pirsa malbatan îdareya girtîgehê bersiva "Telefon ji ber ku xerabe ye loma lêgerîn nayê kirin" da. 
 
Hatibû hînbûn ku malbatên girtiyên Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Rîzeyê ku bi binpêkirina mafan her di rojevê de cihê xwe digire, ev hefteyeke ji zarokên xwe agahiyê nagirin. Li ser pirsa malbatan îdareya girtîgehê bersiva "Telefon ji ber ku xerabe ye loma lêgerîn nayê kirin" da. 
 
'Em ji îdareya girtîgehê bawer nakin'
 
Malbatan diyar kirin ku ew ji îdareyê bawer nakin û gotin "ma qey hemû telefon xerebe ne?". Her wiha malbatan anîn ziman ku ev ne pêkanînek ehlaqî ye û gotin îşkence hem bi girtiyan hem jî bi malbatan tê kişandin.