Li Sêrtê mirina bi guman a zarokekê
- 09:25 7 Çile 2020
- Rojane
SÊRT - Zaroka ku li Sêrtê li ser şaneşînê bi awayekî bi guman ket, jiyana xwe ji dest da.
Li Kuçeya Bahçelievler a Sêrtê zaroka bi navê Sedef Yildirim ji balkona mala qatê şeşan bi awayekî bi guman ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li ser îxbarê polîs û ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Zaroka ku ekîbên tenduristiyê ew rakir nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.