Piştî Sakîne, Fîdan û Leylayê: Jinên kurd têkoşîna wan bilind kirin

  • 09:06 7 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di encama suîkastekê de hatin qetikirin û di ser bûyerê re 7 sal derbas bûn. Fîdan Yildirim ku li Ewropayê bi her sê jinan re hevaltî kiribû got: "Bi qetilkirina her sê şoreşgerên jin ên kurd xwestin tolê bigirin. Lê jinên jurd û Gelê Kurd têkoşîna xwe bilind kirin û xwedî li şehîdên xwe derketin.”
 
Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez… her sê şoreşgerên jin yên jurd li Parîsê li Buroya Enformasyona Kurdistanê di 9’ê çileyê 2013’yan de hatin qetilkirin. Gumanbarê bûyerê endamê MÎT’ê Omer Guney hat girtin. Ev komkujî ji ber bi destê MÎT’ê pêk hatibû wek komploya navneteweyî hat nirxandin. Meşa azadiyê ya her sê jinên şoreşger niha li her derê ji aliyê hevalên wan ve berdewam dike. Fîdan Yildirim ku hevala Sakîne Cansiz a têkoşînê bû bahsa wê dike….
 
*Sakîne Cansiz kî ye?
 
Jineke di têkoşîna azadiya Kurd û azadiya jinan de bûye efsûne. Yek ji lehenga ku ev têkoşîn afirandiye. Jiyana wê bi têkoşînê re bûye yek, tu car ji rêzêbûn qebûl nekiriye, pêşengeke têkoşer û lêpirsînger bû.
 
Sakîne li Dêrsîmê hatiye dinê û jineke kurd ya bi bîranîn û şopa komkujiya Dêrsîmê ya 1938’an mezin bûye. Di temenê biçûk de malbata wê wek karker diçin Elmanyayê û ew ligel malbata xwe namîne û vedigere welatê xwe, perwerde û jiyana xwe li wir didomîne. Ji pêla şoreşgeriya bi Denîz Gezmîşan dest pê kiriye bi bandor dibe. Di 1976’an de bi Şoreşgerên Kurdistanê re dikeve têkiliyê û ev dibe endamek bi bandor ya vê komê, yek ji kadroya pêşeng a damezerîner ya PKK’ê ya di 27’ê Mijdara 1978’an de hatiye avakirinê ye.
 
Di 1979’an de li Elezîzê dema tê girtin berxwedanek mezin nîşan dide. Bi îxaneta endamê Komîteya Navenda Partiyê Şahîn Donmez re gelek endamên partiyê û sempatîzanê wê tên girtin û dema Sakîne jî tê binçavkirin, rihekî berxwedane mezin nîşan dide. Hevalên xwe jî ji bo berxwedêriyê teşfîq kiriye. Berxwedana Sakîneyê watedar û girîng bû. Ji ber vê jî berxwedana wê ji berxwedana şexsî wêdetir bû. Wê bi berxwedana xwe helwesta xwe ya li dijî înkar, binpêkirin û îşkencê têkoşînek mezin da. Di pêvajoya hovîtiya zindana Amedê ya piştî 12’yê îlonê de, bi berxwedana xwe tenê jin nexist têkoşînê, li dijî îxanet û îtîrafkariyê jî îlham daye şoreşgerên girtî û veguherî sembolê. Sakîne bi vî awayî bû efsûn.
 
Sakîneyê ne tenê li zindanan, piştî ji girtigehê derket li qadên cuda têkoşîna xwe meşand. Di rêxistinbûna gel de, di meşa azadiya jinan de peywirên gelek girîng girt. Bû gerîla û di artêşa azadiya jinê de û damezrandina partiyê de pêşengî kir. Bi hezaran şervanên azadiyê perwerde kir. Her wiha şoreşgereke ku aliyê wê yê mirovahî jî gelek giran bû. Van taybetiyan, Sakîne cuda û taybet kir her dem û li dîrokê navê wê hat kolan.
 
*We kengê Sakîne Cansiz nas kir?
 
Piştî ji girtîgehê tahliye bû 1991’ê de hat Ewropayê. Min navê wê û têkoşîna wê bihistibû û me wê demê hev nas kir û sohbet kir. Piştre dîsa me di 2008’an de li Ewropayê hev dît. Hevala Rojbîn (Fîdan Dogan) li min geriya û got hevalek dixwaze te bibîne. Hevala Sakîne bû. Piştî salan şûnde me hev hembêz kir. Piştî vê jî gelek caran em hatin cem hev. Hevdîtina me ya dawî sê roj beriya şehadeta wê bû û li buroya ku hat qetilkirinê bû. Heta derengiya şevê em bi komek heval ligel hev bûn. Hevala Rojbîn jî li wir bû. Bêrîkirina xwe ya ji bo welat dianî ziman. Digot çawa pasaporta xwe bigire wê biçe welat. Valîza xwe jî amade kiribû. Bi kelecan bû. Lê mixabin ev hevdîtina me ya dawî bû.
 
*Sakîne û du hevalên din bi kîjan armancê hatin qetilkirin?
 
Doza der barê qetilkirina her sê hevalan de hîna nehatibû destpêkirin, hat veşartin. Ji rûniştina dozê re çend roj mabû gotin kujer ‘ji nexweşiyê miriye’. Beriya vê jî hinek delîlan nîşan dida ku li pişt vê komkujiyê MÎT (Rêxistina Îstîxbarata Tirk) heye. Delîlên ku têkiliya kujer bi MÎT’ê heye derket holê. Yanî dadgehê bixwaze rola dewleta Tirk ya di komkujiyê de wê derxistiba holê. Lê di encama îtîrazên Gelê Kurd û malbatên wan de daraza Fransayê biryar girt ku ji nû ve doz bê vekirin.
Dozê hîna dest pê nekiriye, rastî der barê hedef û berpirsên komkujiyê de delîlên şênber pêşkêş dike. Sakîne Cansiz ne keseke ji rêzê ye. Şexsiyeteke ku di pêşketina têkoşîna azadiyê de rola wê gelek mezin e. Ji ber vê sedemê jî Sakîne Cansiz hedefa sereke girtine dest. Dîtin ku îradeya wê ya nayê şikandin, bi hedefgirtina bedena wê xwestin vê bê bandor bihêlin û kesên wê mînak digirin bitirsînin. Lê berovajî vê bû; Sakîne ji bo gelê Kurd, ji pêşengtiyê wêdetir çûye û hêzên şoreşger yên cîhanê û gel xwedî li wê derketine.
 
Suîkast piştî muzakereyên bi rêveberê Gelê Kurd re hatiye destpêkirin şûnde pêk hat. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ‘Guleya berdane Sakînê, berdane min’ û got bi vê komkujiyê hewl dane ku wî bitirsînin. Ev suîkast ji bo kesên li dijî çareseriyê derdiketin, wê fêde bida. Ev jî rastiyek e. Li aliyê din jî Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî pêşngen bûn. Ji bo azadiya Gelê Kurd têkoşîn dimeşandin. Bi qetilkirina her sê şoreşgrên jin, peyama; ji bo kurdan ji bilî mirinê rêbaz nayê nasîn dan. Lê gelê Kurd û jinên Kurd xwedî li şehîdên xwe derketin û têkoşîna wan bilindtir kirin.
 
*Xwedîderketineke mezin li têkoşîna Sakîne Cansizê hebû. Gelo di bin vê de çi heye?
 
Gelê Kurd û têkoşîna wan ya ku 40 sale tê meşandin bi bedel û zehmetiyên mezin pêngav bi pêngav heta îro hatiye û di qada navneteweyî de jî hatiye nasîn. Jinên Kurd jî bi têkoşîna xwe ya azadiyê di cîhanê de hatiye nasîn û piştgirî dîtiye. Yek ji pêşeng û afrînera vê têkoşînê Sakîne Cansiz jî ji aliyê mirovahiya pêşketî û hêzên şoreşger ve hatiye nasîn; jiyana wê ya bi têkoşînê derbas bûye, her kes heyranê xwe hiştiye û her kes ji ber vê jî xwedî lê derketiye.
 
Qetilkirina wan ya bi suîkasteke siyasî ji aliyê mirovahiya pêşketî ve hatiye lanetkirin. Gelê Kurd û dostên wan bi kampanya û çalakiyên xwe lêgerîna xwe ya edeletê bi israr berdewam kirine û nehiştine ku serê vê komkujiya çavsor bê girtin.
 
*7 sal di ser komkujiyê derbas bû. Piştî wan 7 sal çawa derbas bû? Hevalên wan têkoşîna wan çawa meşand?
 
Qetilkirina hevalên me, bandorek mezin li ser hevalan û Gelê Kurd kir. Xemginiya me veguherî xwedîderketina li bîranîn û sonda tolgirtina wan. Di xebatên xwe de em ketin hewldana ku layiqê wan bin. Navê wan di hemû çalakî, bername û rêxistibûnên me de, her wiha bi zarokên me re hatin jiyîn. Zarokên nû hatin dinê me navê wan lê kirin. Têkoşîn û navê wan ragihîştin qada navneteweyî. Li her çar alî cîhanê deng da. Hîna jî wisa ye. Li ser navê wan her sal mîhrîcan pêk tên.
 
Ji bo komkujî bê ronîkirin û kujer bên girtin seferberî çêbû. Ji bo serê vê dozê neyê girtin, hewldanek mezin hat nîşandan. Li Ewropayê lêgerîna edeletê heta niha jî berdewam dike. Me têkoşîna azadiya Gelê Kurd ji her demê zêdetir xist rojeva cîhanê. Sempatiya li hember daxwaza azadiya vî gelî roj bi roj mezin bû.
 
*Xelaya herî mezin a Sakîneyê têkoşîna jinan bigihêje asta enternasyonal. Der barê vê de hûn çi xebatê dimeşînin?
 
Ji destpêka têkoşîna azadiya jinên Kurd de karekterekî enternasyonel hebû. Tegera Azadiyê bi karekterekî enternasyonal vejiya. Ji netewên cuda kes di nava xwe de hewandin, ji damezrandina xwe heta niha aliyê wê yê eneternasyonalîst gelek xurt bû. Tevgera Azadiyê ev karekter di tevgera azadiya jinên Kurd de jî şîn kiriye. Hewl daye bi çand û gelên din re li her qadê faliyetan bimeşînin û tecrubeyên têkoşîna xwe ji wan re ragîhînin û fêrî wan bikin. Hewldanên me jî di vê mijarê de her tim berdewam dikin. Piştî şehadeta Sakîneyê, têkoşîn û berxwedana wê li her derê cîhanê di navbera jinan de bûye pira hevdîtinê. Bi bîyografiya wê ya me li zimanên cuda wergerdandiye, em di rêxistinbûn û hevdîtinan de didin berdewam kirin.
 
*Der barê Sakîne û hevalên wê de bîranînên we hene gelo?
 
Sakîne Cansiz efsûnek bû. Di pêvajoyên zehmet û giran de derbas bibû. Her cureyê êşê jiya bû. Hevalatiya wê, germ, rast, zelal bû. Bandora wê û rêzdariya wê ne ji rayeya wê ji kesayeta wê vedijiya. Cil û bergên wê sade, lê narîn bû. Ji sekna wan narînbûn diherikî. Ne tirs û ne şermkirin, tenê rêzdarî û baweriyê hîn dikir. Spora xwe tu car taloq nedikir. Sibehan zû radibû, dimeşiya. Derfetê wê yê derketinê tunebûna jî dîsa jî gorî derfetên xwe spor dikir. 
 
Herî dawî sê roj beriya qetilkirinê em bi hev re li Buroya Enformasyona Kurd a Parîsê bûn. Em heta derengiya şevê li wir bûn. Ji ber hevdîtinên dewletê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatibû destpêkirin em kêfxweş û kelecan bûn. Digot ez çawa pasaporta xwe bigirim ez ê biçim welat.
 
Min bi hevala Fîdan re gelek dem derbas kir. Gelek jî bû. Rûken bû. Zû zû hêrs nedibû, dengê xwe bilind nedikir. Di faliyetên têkiliyê derve de gelek karê wê hebû. Gelek caran ew tenê bû. Carna gelek diwestiya, lê enerjî û hewldana wê gelek mezin bû.
 
Hevala Leyla min kêm dît. Di çalakiyê de min ew cara ewil dîtibû. Piştre dem bi dem min ew dît. Di faliyetan de pir zû pêş ketibû. Ji xwe bawer bû. Seknek wê ya cidî hebû