'3 zarokên min di oxira şoreşê de jiyana xwe ji dest dan'

  • 09:03 7 Çile 2020
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jina bi navê Meziyet Dawud ji navçeya Şiyê ya Efrînê ye û niha li navçeya Ehdas a Şehbayê bi cih bûye. Di dema berxwedana Serdemê de 3 zarokên xwe tevlî berxwedana Serdemê dibin. Dayika Meziyet axivî û got: "Di dema berxwedana Serdemê de, 3 zarokên min di oxira şoreşê de jiyana xwe ji dest dan."
 
Dayika bi navê Meziyet Dawud a 50 salî bi temenekî biçûk fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas dike û tevlî nav kar û xebatên têkoşîn û doza azadiyê dibe. Dayika Meziyet di berxwedana Serdemê de rolek sereke dileyîze. Her wiha 3 zarokên xwe jî tevlî berxwedana Serdemê dike da ku ax û rûmeta gelê xwe biparêzin. Dayika Meziyet li ser tevlîkirina zarokên xwe ji berxwedana Serdemê re, axivî û nêrîna xwe parve kir.
 
'Bi ser bilindî me kar dimeşand'
 
Dayika Meziyetê bal kişand ser naskirina wan ji fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ez di temenê xwe ya 25 salî de bûm, min fikir û ramana Rêber Apo nas kir û tevlî xebata şoreşê bûm. Xwişka min jî li ser esasê vê fikrê tevlî refên şoreşgeran bû û gihaşt asta şehadetê. Dema xwişka min beşdar bû, xwesteka min ji kar û xebata şoreşê re zêdetir bû. Min karê cewherî dimeşand û xizmeta gelê xwe dikir. Çi kar ji me bihata xwestin em amade bûn û karê ku me dikir serkeftî dibû. Wek dayikekê min xizmeta birîndar û gaziyên şoreşê kirine û ew hemû zarokên min bûn, ji bo ax û rûmeta me biparêzin canê xwe feda dikirin. Ji ber karê ku min kiriye tu carî poşman nebûme, bi serbilindî û rûmetî me karê xwe dimeşand."
 
'Erdogan bi hevkariya dewletan êrîşî me kir'
 
Dayika Meziyetê diyar kir ku dewleta tirk bi awayekî tund êrîşî Efrînê kir û wiha domand: "Dewleta tirk êrîşî axa me kir û dagir kir, em hemû koçber bûn. Erdogan bi çekên hemû dewletan û hevkariya dewletên cîhanê Efrîn dagir kir. Me weke jin li hember dagirkeriya dewleta tirk rola xwe lîst û me her morel dida gel. Êrîşên dewleta tirk ên li ser me dijwar bûn. Em jî neçar man derbasî navenda Efînê bibin û me li wir berxwedan û têkoşîna xwe heta dawiyê domand."
 
'3 zarokên min di oxira şoreşê de jiyana xwe ji dest dan'
 
Dayika Meziyetê wiha bi dawî kir: "'3 zarokên min di oxira şoreşê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber em wek malbat li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne. Ji ber zarokên xwe ez serbilind im û ez tu caran jî poşman nabim. Em wek gel tu caran teslîmkarîyê qebûl nakin, em ê her li ser piyan bin û li ber xwe bidin heta em Erdogan têk bibin."